Tirkiye nexweşxaneyek û westgeheke elektirîkê li Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike

Nexweşxane Covid li Dêrikê
Nexweşxane Covid li Dêrikê

Navenda Nûçeyan (K24) –  Droneke Tirkiyê westgeha Siwêdiyê ya elektirîkê 3 caran topbaran kir û ziyanên mezin gihandinê.

Jêderekî xwecihî ji K24ê re got, droneke Tirkiyê îro 6ê Cotmehê nexweşxaneya Covid a li gundê Girê Fera yê ser bi Dêrikê ve bombebaran û bi temamî wêran kir.

Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, droneke Tirkiyê westgeha Siwêdiyê ya elektirîkê 3 caran topbaran kir û ziyanên madî yên mezin gihîştin wê westgehê, bêyî ku ti zanyarî li ser canî hebin.

Westgeha Siwêdiyê li nêzî kêlgeha Rimêlanê û kargeha gazê ye û elektirîkê dide herêma Cizîrê.

Artêşa Tirkiyê ji duhî ve navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike û binesazî, saziyên xizmetguzariyê, westgehên gaz û petrolê kirine armanc. Di encamê de hejmarek kes bûne qurbanî.

Li gorî daxuyaniyeke Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş), artêşa Tirkiyê duhî ev cih û navendên bombebaran kirine:

- Du êrîşên asmanî li derdora kampa Waşo Kanî ya koçberên Serê Kaniyê li gundewarê Hesekê.

- Kargehek li gundê Muşeyrifet El-Hemma yê bakurê rojavayê Hesekê, di encamê de 3 sivîl birîndar bûn.

- Derdora Bendava Çilaxa.

- Li gundê Xerab Işkê yê başûrê rojhilatê Kobanî, li ser rêya navdewletî M4, motorsîkletek hat armanckirin û di encamê de 2 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan.

- Hin gundên Kobanî, Til Temir û Hesekê.

- Cihê depoyên petrolê li nêzîkî gundê Kirdaholê li başûrê rojavayê Tirbesipiyê.

- Westgeha petrolê li gundê El Qews ê ser bi Qamişlo ve.

- Deverek li derdora stasyona veguhestina avê li gundê El-Rekba li başûrê El-Temerê, ku di encamê de ziyanên madî çêbûn.

- Gundê Til Hebeş ê dikeve başûrê Amûdê ku di encamê de 6 endamên Asayîşa Hundirîn canê xwe jidest dan.