Birîtanya û Îtalya gotareke hevpar li ser koçberan parve dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rîşî Sunak yê Serokwezîrê Birîtanyayê û Corciya Mêlonî ya Serokwezîra Îtalyayê di gotareke hevpar de ku îro roja Înê hatiye parvekirin ragehand: Birîtanya û Îtalya dixwazin di “Şerê Koçberên Neqanûnî” de pêşengên Ewropayê bin.

Di wê gotarê de ku di rojnameya “Koriyêr Dêla Sêra”yê ya Îtalyayî û Rojnameya “Taymiz”ê ya Birîtanyayî de hatiye parvekirin hatiye: “Dîtin û armancên me wekî yek in, bi rastî îro em nêzîktirîn hevalên Ewropayê ne”. Amaje bi wê yekê jî da ku wan lihevkirina xwe li ser Ukraynayê û hevkariya bergiriyê kir.

Sunakî û Mêloniyê herwesa got: “Em bi hev re ji bo rawestandina belemên koçberên neqanûnî dixebitin, em ji kesên din jî dixwazin ku bi eynî hestî serederiyê bikin”.

Îro roja Înê, Îmanwel Makron ê Serokê Firansayê, Mark Rute yê Serokwezîrê Holendayê, Îdî Rama yê Serokwezîrê Albanyayê û Ursula von der Leyen a Seroka Komisyona Yekîtiya Ewropayê tevlî kombûna berhingarbûna koçberan bûn ku li bajarê Granadayê yê Spanyayê hat kirin.