Hakan Fîdan bi Falih Feyaz û Xemîs Xencer re kom dibe

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê di beyannameyekê de ragehand, Hakan Fîdan, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê li Enqereyê bi Falih Feyaz ê Serokê Desteya Heşda Şebî û Xemîs Xencer ê Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê kom bû bê ku çi zanyarekê li ser naveroka wan kombûnan eşkere bike.

Ev di demekê de ye ku berî sê rojan û li 4ê Cotmeha 2023ê Sabit Ebasî yê Wezîrê Bergiriyê yê Îraqê bi serdaneke fermî gehişt Enqereyê û bi Yeşar Gulerî yê Wezîrê Bergiriya Tirkiyeyê re rûnişt. Li gor ragehandina Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê, “di wê kombûnê de, behsa arîkariyên dualî di warê pîşesaziya serbazî û bergiriya dualî û herêmî hatiye kirin”.

Herwesa amaje hatiye dan: “Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê tekez li ser wê yekê kiriye ku Tirkiyeyê û Îraqê peywendiyeke dîrokî û civakî ya bihêz heye, û behsa giringiya pêşxistina arîkariyên di navbera wan de kiriye bi avêtina gavên hevpar, taybet di warê berhingarbûna terorê û parastina ewlehiya sinorî de”.

Ev hevdîtin û kombûnên navbera berpirsên Tirkiyeyê û Îraqê di demekê de ne ku Tirkiye gefên operasiyonên bejahiyê bo ser hêzên PKKyê li deverên sinorî dike.

Di du rojên borî de jî Tirkiyeyê çend baregeh û bingehên Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) li Rojavayê Kurdistanê borduman kirine. Li dû ragehandina Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê, 15 armanc borduman kirine.