Gotêrês: Di heft mehên yekê yên îsal de 419 welatiyên Îranê hatine sêdaredan

Antonyo Gotêrês, Sikirtêrê Giştî yê Rêkxistina Neteweyên Hevgirtî (wêne: AP)
Antonyo Gotêrês, Sikirtêrê Giştî yê Rêkxistina Neteweyên Hevgirtî (wêne: AP)

Navenda Nûçeyan (K24) – Antonyo Gotêrês, Sikirtêrê Giştî yê Rêkxistina Neteweyên Hevgirtî di nûtirîn raporta xwe de behsa “xirabtirbûna rewşa mafên mirovan li Komara Îslamî ya Îranê” piştî xwenîşandanên sala borî yên wî welatî dike.

Antonyo Gotêrês di raporta xwe de bi dilgiranî behsa zêdebûna hijmara sêdaredanê, girtina welatiyên nerazî, givaştina li ser xwîndkar û mamostayan û tepeserkirina jinan dike û daxwazê ji Komara Îslamî ya Îranê dike ku “dawiyê li vê rewşê bîne û girtiyan berde”.

Li dû vê raportê, di heft mehên yekê yên sala 2023ê de, 419 welatiyên Îranî hatine sêdaredan. Vê rêjeyê li beranberî eynî demê li sala borî 30% zêde kiriye.

Wê raportê ew yek jî daye diyarkirin ku di şeş mehên yekê yên sala borî de û piştî nerazîbûnên xelkê Îranê li beranberî kuştina “Jîna Emînî”, zêdetirî bîst hezar kesan li wî welatî hatine girtin ku herî zêde 15 salî bûne. Zêdetirî du hezar kesan ji wan girtiyan Kurd bûn û hatiye eşkerekirin jî ku ev girtî rûbirûyî azar û eşkenceyan bûne.

Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Hevgirtî herwesa amaje daye, “heft kes ji girtiyên sala borî di demekê de hatine sêdaredan ku ji dadgeheke dadperwerane li gor qanûna navdewletî û bidestxistina parêzeran bêbar bûn û li jêr eşkenceyan hatine neçarkirin ku itîrafê bikin”.

Navbirî behsa wê yekê jî kir ku metirsiya sêdaredanê li ser e heft kesên din jî ji girtiyên xwenîşandanên sala borî heye ji ber ku ew bi dijîtîkirina Xudê hatine tometbarkirin.

Di wê raportê de amaje bi sinordarkirina internetê û torên civakî û girtina 17 rojnamevanan jî hatiye dan. Herwesa tepeserkirina sîstematîk û pilankirî ya wan jinên ko nakevin bin barê hîcaba bizorî û bêbarkirina wan jinan ji mafên civakî wekî mafên xwandinê û karî û herwesa xizmetkariyên giştî wekî bankan û mîtroyan û pasan û qedexekirina çalakiyan li internetê û torên civakî hatiye amajekirin.

Li gor raporta Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Hevgirtî, bicîanîna qanûna hîcabê ku ji aliyê perlemana Îranê ve hatiye pejirandin “rewşa jinên wî welatî dijwartir dike”.