Karvedanên welatan li ser êrîşên li ser Israîlê

Dîmenekê bajarê Eşkîlonê yê Israîlê ku îro ji aliyê Bizava Hemasê ve bi moşekan hat bordumankirin - wêne AFP
Dîmenekê bajarê Eşkîlonê yê Israîlê ku îro ji aliyê Bizava Hemasê ve bi moşekan hat bordumankirin - wêne AFP

Navenda Nûçeyan (K24) - Ukrayna, Almanya, Birîtanya û Firansa êrîşên li ser Israîlê şermezar dikin û Rûsya jî daxwaza xweragiriyê dike.

Ceyms Kilêverlî, Wezîrê Derve yê Birîtanyayê ragehand ku ew dê bi hemî rengan bi Israîlê re li dijî wan êrîşên dirindane yên ko hatine ser wê bimînin û Televîvê mafê wê yekê heye bergiriyê ji xwe bike.

Di eynî demê de wezîrên derve yên Firansayê û Almanyayê jî di du ragehandinên cuda de êrîşên moşekî yên li ser pareka bajarên başûrê Israîlê şermezar kirin û piştevaniya xwe ji bo hikûmeta wî wealtî diyar kir.

Ji aliyekî din ve, Dîmîtro Kolîba, Wezîrê Derve yê Ukraynayê êrîşên vê sibehê yên li ser Israîlê bi tundî şermezar kirin û tekez li ser wê yekê kir ku Israîlê maf heye bersiva êrîşên teroristan û bergiriyê ji xelkê xwe û axa xwe bike.

Lê Rûsya daxwazê ji aliyên pişkdar dike ku li ser xwe bin û nebin sedema zêdetir alozbûna rewşê ji ber ku di berjewendiya çi kesekî de nîne.

Îro seet şeşê serê sibehê ketîbeyên Qesamê yên balê serbazî yê Bizava Hemasê bi hevparî bi Seraya Qudsê re operasiyona “Tofana Eqsa”yê bo ser Israîlê dest pê kir û di ragehandinekê de parve kiriye ku zêdetirî pênc hezar moşekan arasteyî her yek ji bajarên Televîvê û Sîdortê û Bîr Sebhê hatine kirin, di encamê de jî zirareke zêde gehiştiye wan bajarên başûrê Israîlê.

Li gorî nûçeyeke ajansa Royterzê, ji bilî êrîşa moşekî bo ser Istraîlê, hijmareke çekdarên Hemasê jî çûne nav sinorên Israîlê û bi hêzên ewlehiyê yên wî welatî re şerê kolan bi kolan dikin.

Binyamîn Natanyaho, Serokwezîrê Israîlê, ji aliyê xwe ve di peyama xwe ya yekê ya piştî êrîşên balê serbazî yê Bizava Hemasê bo ser welatî wî de got: Em di şerî de ne û em dê bi ser bikevin jî, dijmin dê bi rengekî wesa xûka kiryarên xwe bide ku pêştir nedîtibe.li gor zanyaran, ji ber êrîşên îro yên li ser Israîlê nêzî 22 kuştiyan û bi sedan birîndaran hene.