Erdogan careke din wek Serokê Giştî yê AK Partiyê hat hilbijartin

Navenda Nûçeyan (K24) – 4emîn kongreya awarta ya AK Partî bi serokatiya Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan birêve diçe. Desteya rêveberiya nû ya wê partiyê tê hilbijartin, herwiha Erdogan jî bi 1399 dengan, careke din bû serokê vê partiyê.

Îro danê sibê li Enqere, 4emîn kongreya awarte ya AK Partiyê, bi beşdariya bi hezaran kes destpê kir û heta niha jî berdewam e. 

Kongre ji aliyê Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan ve hate vekirin. Erdogan di gotara xwe de li ser çendîn pirsan, bi taybet pirsên siyasî, aborî, civakî û ewlehî peyamên girîng dan.

Erdogan balê kişand ser şerê li dijî PKKyê û got: “Em ê stratejiya xwe ya nehiştina terorê li çavkaniya wê bicih bînin. Ji PKK heta FETO û DAIŞê em ê hesabê xwîna ku rijandine bipirsin.”

Di kongreya AK Partiyê de, endamên nû yên Desteya Navendî ya Rêveberî û Biryarê ya partiyê tên hilbijartin, ku ji 75 kesan pêk tê.