Erdogan bi şandeke aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê di çarçoveya 4emîn kongreya awarte ya Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) de, pêşwazî li şandeke Herêma Kurdistanê û Iraqê kir.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Nûnerê Serok Barzanî Sidad Barzanî, Cafer Êmînkî, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Behaedîn, Serokê Encûmena Serkirdatiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Hadî Elî, Sekreterê Partiya Karker û Kedkaran a Kurdistanê Pabîr Kamela û parlamenterê berê yê Bereya Tirkmenî li Parlamentoya Kurdistanê Himdad Sebah pêk hatibû.

Ji aliyê Iraqî jî ji Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî, Wezîrê Berevaniyê Sabit Mihemed Ebasî, Serokê Heşdî Şeibî Falih Feyaz, Serokê Hevpeymaniya Siyada Xemîs Xencer, Serokê Eniya Tirkmenî Hesen Turan û çend kesên din pêk hatibû.

Di civînê de, pêşhatên dawî yên pêwendiyên Tirkiye û Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Şandeyên Herêma Kurdistanê û Iraqê jî ji ber bijartina wî wek Serokê AK Partiyê, pîrozbahî li Erdogan kirin.

Ji aliyê xwe ve, beşdarekî civînê ji K24ê re ragihand, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştevaniya xwe ji bo Iraqê nîşan da û tekez kir ku dê di demeke nêzîk de serdana Bexda û Hewlêrê jî bike.

Parlamenterê berê yê Kurdistanê ji Bereya Tirkmenî Himdad Sebah ragihand, Erdogan tekezî li ser giringiya hemahengiya navbera Iraq û Tirkiyê kir.

Partiya Dad û Geşepêdanê ya Tirkiyê (AK Partî) îro 7ê Cotmeha 2023an li Enqereyê kongreya xwe ya çaremîn lidar xist û Recep Teyyip Erdogan careke din wek serokê wê partiyê hat hilbijartin.