Şerê di navbera Îsraîl û Filistîniyan de berdewam dike û hejmara kuştiyan zêde dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Şerekî nû di navbera Îsraîl û Karta Xezzayê de derket, piştî ku baskê leşkerî ya Hemasê (Ketîbeyên Qassam) ligel Seraya Qudisê dest bi operasyoneke leşkerî ya ji nişka ve kirin ku hejmara kuştiyan her diçe zêde dibe. Li hemberê jî, welatên cîhanê êrîşên Hamasê yên li ser Îsraîlê şermezar dikin.

Îro danê sibê ketîbeyên Qessamê yên yên Bizava Hemasê bi hevparî bi Seraya Qudsê re operasiyona “Tofana Eqsa” li ser Israîlê dest pê kir û di ragehandinekê de diyar kir ku wan zêdetirî pênc hezar mûşek arasteyî her yek ji bajarên Televîvê û Sîdortê û Bîr Sebhê kirine, di encamê de jî zirareke mezin gehiştiye wan bajarên başûrê Israîlê.

Piştî ku Ketîbeyên Qassam ligel Seraya Qudisê dest bi operasyoneke leşkerî ya ji nişka ve li ser Îsraîlê kirin, şerekî nû di navbera Îsraîl û Karta Xezzayê de derket. Îsraîlê jî bi êrîşên asmanî yên dijwar bersiv da êrîşên Hemasê yên li Xezzayê.

Peyamnêrê K24ê Bahaa Tebasî da zanîn, şer li Karta Xezzayê berdewam e, hevdem jî grûpên Felestînî bi roketan êrişî deverên Israîlî dikin.

Peyamnêrê me got, artêşa Îsraîlî çeperên Hemasê li Xezzayê bombebaran dike û di encamê de ziyanên mezin gihîştine sivîlan û binesaziya bajêr.

Li gorî zanyariyên peyamnêrê me, di pevçûnan de herî kêm 123 Îsraîlî hatin kuştin û nêzî hezar kesên din jî birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di daxuyaniyekê de ragihand, bi giştî hejmara filistîniyên ku hatine kuştin gihişte 198 kesan û 1610 kes jî birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Israîlê Binjamîn Netanyahu, di peyameke vîdyoyî de piştî êrîşa asmanî û bejahiyê ya Bizava Hemasê li ser Israîlê, ragihand, “Em di şerî de ne.” Tekez kir jî, “Dijminê wan dê bi rengekî baca kiryarên xwe bide ku pêştir nedîtibe.”

Brîtanya, Almanya, Fransa û Ukraynayê êrîşên li ser Îsraîlê şermezar kirin, Rûsyayê jî banga hestyariyê kir.

Wezîrê Derve yê Brîtanya James Cleverley got, mafê Tel Avivê heye ku xwe biparêze.

Hevdem wezîrên derve yên Fransa û Almaniyayê bi du daxuyaniyên cuda êrîşên mûşekî yên li ser hin bajarên başûrê Îsraîlê şermezar kirin û piştevaniya xwe ji hikûmeta Îsraîlê re ragihandin.

Ji aliyekî din ve Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmitry Kolyba bi tundî êrişên îro yên li ser Îsraîlê şermezar kirin û tekez kir, mafê Îsraîlê heye bersiva êrişên terorîstan bide û gel û axa xwe biparêze.

Li hember vê yekê Rûsyayê bang li aliyên şer kir ku xwe bigirin û rewşê zêdetir aloztir nekin, ji ber ku ev yek ne di berjewendiya ti kesî de ye.