Dijeterorê Kurdistanê: Tirkiyê civîneke çekdarên PKKê li kampa Mexmûrê kir armanc

Navenda Nûçeyan (K24) – Dijeterora Kurdistanê ragihand, di encama êrişa droneke Tirkiyê li ser kampa Maxmûrê de, 5 çekdarên PKKê hatine kuştin û birîndarkirin.

Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Droneke artêşa Tirkiyê civîneke çekdarên PKKê li kampa Mexmûrê kir armanc û di encamê de 2 çekdar hatin kuştin û 3 çekdarên din jî birîndar bûn.”

Piştî bûyerê jêderekî ji kampê ji K24ê re ragihandibû, droneke şer a artêşa Tirkiyê devereke nêzîkî şaredariya kampa Mexmûrê kire armanc.

Kampa Mexmûrê ku ji aliyê PKK'ê ve weke “Kampa Şehîd Rostem Cûdî” tê binavkirin, nêzî 20 hezar kes di nava wan de dimînin ku alîgir û xizmên gerîlayên PKK'ê ne. Di dema borî de jî gelek caran kamp ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve hatibû bombebarankirin û di encamê de ziyanên canî derketibûn.

Piştî êrîşa PKKê ya 1ê Cotmehê li ser Rêveberiya Ewlehiyê ya li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li Enqereyê, artêşa Tirkiyê navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê û navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bombebaran dike.