Peyamnêrê K24ê li Xezzayê hûrgiliyên şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Zêdetir ji hezarên çekdarên Ketîbeyên Qassam ên Hemasê êrîşî bajarokên Israîlî yên nêzîkî Karta Xezzayê kirin û 5 hezar mûşekên avêtin. Li gor amarên destpêkê, çekdarên Hemasê zêdetirî 100 leşkerên Îsraîlê kuştine û çend kesên din jî dîl girtine.

Îro danê sibê ketîbeyên Qessamê yên yên Bizava Hemasê bi hevparî bi Seraya Qudsê re operasiyona “Tofana Eqsa” li ser Israîlê dest pê kir û di ragehandinekê de diyar kir ku wan zêdetirî pênc hezar mûşek arasteyî her yek ji bajarên Televîvê û Sîdortê û Bîr Sebhê kirine, di encamê de jî zirareke mezin gehiştiye wan bajarên başûrê Israîlê.

Çavdêrê siyasî Terq El-Selemî ji K24ê re got: “Ev karvedanek û şerekî vekirî ya li dijî ye. Ev ji bo wan filistîniyan rojeke cuda û awarte ye û yekê tekez dike ku berxwedana li dijî Îsraîlê berdewam e û ranaweste.”

Şerê vê carê kûrtir bûye û bingeha hevsengiya leşkerî guhertiye, di dîroka rûbirûbûna Îsraîl û Hemasê de, ti carî operasyoneke bi vî rengî çênebûye.

Li gorî zanyariyên peyamnêrê K24ê, di pevçûnan de herî kêm 123 Îsraîlî hatin kuştin û nêzî hezar kesên din jî birîndar bûn. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî di daxuyaniyekê de ragihand, bi giştî hejmara filistîniyên ku hatine kuştin gihişte 198 kesan û 1610 kes jî birîndar bûne.

Serkirdeyê di Eniya Demoqratîk de Talal Ebû Zerîf got: “Tiştê ku diqewime, pêşketineke kalîte ya çalakiyan e. Komên Fîlîstînî xwedî gelek ezmûn in. Vê carê wan tiştekî ku Îsraîl xeyal nedikir, bi kuştin û girtina leşkerên Îsraîlê kirine.”

Li gorî çavdêran, zextên Îsraîlê û êrîşên rojane yên li ser Mizgefta Eqsayê ya li Qudsê, bû sedem ku çekdarên Hemasê karvedanên xwe bigihînin asteke berfireh û êrîşî kûrahiya Îsraîlê bikin.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Hamasê Ebdulletîf El-Qenû ji K24ê re got: “Tofana Eqsayê, bersivek ji cihûkirina Mizgefta Eqsayê û cihûkirina xelkê Qudsê ye ku rojane bi êrîşên Îsraîlê re rû bi rû ne.”

Ketîbeyên Qassam ku baskê leşkerî yên Hamasê ne, çendîn Îsraîlî dîl girtine û plan dikin ku şert û mercan ji bo azadkirina wan deynin.