ENKS êrîşên Tirkiyeyê şermezar dike û bang li Tirkiye û PKKê dike Rojava nekin meydana şerê xwe

Nexweşxaneya Covid li Dêrikê
Nexweşxaneya Covid li Dêrikê

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) armanckirina navçeyên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyeyê ve şermezar dike û bang li Tirkiyeyê dike ku van operasyonan rawestîne, herwiha daxwaz ji PKKê dike ku destêwerdanê di karûbarên Rojavayê Kurdistanê de neke û wê ji metirsiyan dûr bixe.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê duhî di daxuyaniyekê de belav kir, “Ji 5ê Cotmeha 2023an ve, hêzên Tirkiyê gelek navçe li Kurdistana Sûriyê bombebaran kirine ku di encamê de ziyaneke mezin gihandiye navendên xizmetguzariyê, stasyonên elektirîkê, gaz û avê û binesaziyê, di encamê de jî ziyanên canî û qurbanî çêbûn.”

ENKS dibêje, “Ev êrîş bûn sedema rawestandina karûbarên nexweşxaneyan û kirîza sotemeniyê peyda kir, ku ev yek dê êş û azarên xelkê di van şert û mercên dijwar de, du qatan zêde bike, nîgeranî û nearamiyê çêbike û xelkê deverê dê zêdetir koçber bibin.”

Herwiha ENKSê diyar dike, “Ev êrîş piştî êrîşa xwekujî ya li paytexta Tirkiyeyê, Enqereyê tên, ku Partiya Karkerên Kurdistanê berpirsyariya wê girtibû ser xwe, berpirsên Tirkiyeyê jî ew wek kiryareke terorîstî binav kir û gefa bersivdana wê yekê xwar.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “ENKS hertim tundûtîjî û hemû kiryarên terorîstî yên ku aloziya rewşê zêde dikin û karesatên zêdetir bi serê sivîlan de tînin, red kiriye.”

ENKS di beşeke din a daxuyaniyê de dibêje: “ENKS di dema ku armanckirina sivîlan, berjewendî û jêrxana xizmetguzarî û aborî şermezar dike, bang li Tirkiyeyê jî dike ku van operasyonan rawestîne û herêmê ji karesatên din dûr bixe.”

ENKS daxwaz ji civaka navdewletî dike ku kar ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re, li gor biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî û biryarên din ên pêwendîdar, bike.

Herwiha di daxuyaniya xwe de ENKS red dike ku navçeyên Kurdistana Sûriyê bibin meydana çareserkirina nakokiyên navxweyî di navbera PKK û Tirkiyeyê de, daxwazê ji PKK dike ku rêzê li taybetmendiya gelê Kurd li Sûriyê bigire, destêwerdanê di karûbarên wan de neke û herêmên Kurdî ji metirsiyan û gurkirina nakokiyan dûr bixe.