Sempozyûma Hefteya Dîplomasiya Kurdî tê lidarxistin

Sempozyûma Hefteya Dîplomasiya Kurdî - Hewlêr 8/10/2023
Sempozyûma Hefteya Dîplomasiya Kurdî - Hewlêr 8/10/2023

Navenda Nûçeyan (K24) – Sempozyûma Hefteya Dîplomasiya Kurdî îro Yekşemê 8ê Cotmeha 2023an li Hewlêrê dest pê dike û dê çend rojan berdewam bike.

Peyamnêra K24ê da zanîn, Sempozyûma Hefteya Dîplomasiya Kurdî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Zanîngeha Selahedîn ve tê birêkxistin.

Peyamnêra me diyar kir jî, Sempozyûma îro li Hewlêrê dest pê dike û di rojên pêş de jî li zanîngehên Silêmanî, Duhok û Helebceyê bên lidarxistin.

Got jî, aliyên peywendîdar û nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li derve beşdarî Sempozyûma dibin û tê de pispor û mamostayên zanîngehê dê di çend panelan de li ser dîplomasiya Kurdî biaxivin.

Serperiştyarê Hefteya Dîplomasiya Kurdî û pisporê pêwendiyên navdewletî Dr. Şalaw Ebdulxaliq ji K24ê re ragihand; “Sempozyûm xebateke hevbeş a Zanîngeha Selahedîn û Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê ye. ”

Got jî: “Sempozyûm ji du mijarên sereke pêk tê. Ya yekem, pêşkêşkirina pirojeya dîplomasiya Kurdî ye, ku Fermangeha Pêwendiyan û Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransa nêzîkî sê sal in kar li ser dikin.”

Da zanîn jî: “Beşa duyem a sempozyûmê ji du panelên dîplomatan pêk tê, tê de hejmarek lêkolîner û pispor dê dîplomatîk a Hikûmeta Herêma Kurdistanê binirxînin, ka çawa kariye bandorê li ser welatan bike û hinek pirsgirêkan çareser bike.”

Dr. Şalaw Ebdulxaliq bal kişande ser wê yekê, pirtûkek ku girêdayî dîroka dîplomasiya Herêma Kurdistanê ye dê were pêşandan.