Parêzgarya Diyarbekir: Di 9ê Cotmehê de her cure çalakiyan qedexe dike

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê di 9ê Cotmehê roja duşemê de hemû cure çalakî tên qedexekirin. Di biryara nivîskî de hat gotin, di salvegera derketina rêberê PKKê Abdullah Ocalan a ji Sûriyê de, dibe ku çalakî werin kirin û ji ber wê, biryara qedexekirinê hatiye dayîn.

Parêzgariya Diyarbekirê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, li Diyarbekirê di 9ê Cotmehê de hemû cure çalakî tên qedexekirin. 

Wek sedem jî hatiye destnîşankirin, dibe ku piştgirên PKKê bo protestokirina salvegera derketina rêberê PKKê Abdullah Ocalan a ji Suriyê çalakiyan bikin û bo pêşîlêgirtina vê yekê, ev biryar hatiye dayîn. Qedexe demjimêr 00.01ê dest pê dike heta 23.59ê bi dawî dibe.

Di daxuyaniyê de hat gotin jî, dibe ku li kuçe û kolanan û deverên vekirî çalakiyên wek kombûn, meş, daxuyaniya çapemeniyê, belavkirina belavokan, mangirtin, çalakiya rûniştinê, vedana konan, hilawêstina pankartan werin li darxistin û bo vê yekê jî dê rê neyê dayîn.