Senger Kanebî: Metirsiyên hebûna PKKê li Herêma Kurdistanê zêde dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Liqê 23 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Senger Kanebî dibêje, metirsiya hebûna PKKê li Herêma Kurdistanê zêde dibe.

Kanebî got: “Êrîşa PKKê û teqîna li ber avahiya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li Enqerê, êrişên Tirkiyê li ser navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê zêdetir kirine. Şeva borî jî çekdarên PKKê kampa Mexmûrê bombebaran kirin.”

Herwiha got: “Em bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin ku serweriya Herêma Kurdistanê biparêzin, ne ku ji ber wan bê bombebarankirin û topbarankirin, ku di encamê de bi dehan gundiyên Kurd ji malên xwe koçber bûne.”

Kanebî tekez kir: “Hebûna PKK’ê li Herêma Kurdistanê bûye metirsî û di paşerojê de dê ew metirsî zêdetir bibin. Di rastiyê de qada şerê siyasî û çekdarî yê PKK’ê, Bakurê Kurdistanê ye. Kiryarên PKK’ê ji bo Herêma Kurdistanê pirsgirêkên zêdetir çêkirine. Em gihîştine wê encamê ku PKK hêsankariyê dide welatên cîran ku êrişî Herêma Kurdistanê bikin.”

Herwiha got: “Eger berê êrîş li ser navçeyên sînorî bûn, niha li hin deverên nav gund û bajarokan tên bombebarankirin. Ev jî ji ber hebûna baregeh û baregehên PKK'ê ye. Kampa Mexmûrê yek ji wan kampan e ku PKK wê ne weke kampeke penaberan, lê weke baregeheke leşkerî bikar tîne û di encamê de ziyaneke mezin digihîne sivîlan.”