Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanê hat vexwendin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Konsolê Giştî yê Îmarata Erebî li Herêma Kurdistanê Ehmed Îbrahîm El Zahirî kir.

Konsolê Giştî yê Îmaratê vexwendnameya Cîgirê Serokomar, Serokwezîr û Mîrê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Reşîd El Mektûm gihand Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji bo beşdarbûna di Lûtkeya Keşûhewayê ya COP28 de ku dê di 1 û 2ê Berçile de li Dubayê were lidarxistin û bi Roja Niştimanî ya Îmaratê re hevdem e.

Di wê lûtkeyê de, guftûgo derbarê rûbirûbûna bandorên nerênî yên guherîna keşûhewayê li ser cîhanê bên kirin.