Reîsî piştevaniya Filistînê dike

Îbrahîm Reîsî, Serokkomarê Îranê
Îbrahîm Reîsî, Serokkomarê Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Îranê ragehand, welatê wî piştevaniya bergiriya rewa ya gelê Filistînê dike.

Tilevizyona fermî ya Îranê peyameke Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li ser şer û aloziyên Israîlê û Hemasê parve kiriye, di wê peyamê de hatiye: Israîl û hevpeymanên wê ji têkdana ewlehiyê û peydakirina metirsiyê li ser neteweyên deverê berpirsyar in û divê wekî berpirsyar bên naskirin.

Rojekê piştî şerê Israîlê û Hemasê, Reîsî dibêje, Îran piştevaniya bergiriya rewa ya gelê Filistînê dike.

Seet 6:00ê sibeha doh (Şemiyê, 7ê Cotmeha 2023ê), balê serbazî yê Bizava Hemasê bi hevparî bi Seraya Qudsê re, operasiyona “Tofana Eqsayê” bo ser Israîlê dest pê kir. Televîvê jî soz da ku bi hêz bersivê bide.

Li gor zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê li Xezzeyê, hijmara kuştiyên êrîşa balê serbazî yê Bizava Hemasê bo ser deverên cuda cuda yên Israîlê, heta seet 8:36 ê îşev ji bo 700 kesan bilind bûye.

Wezareta Saxlemiyê ya Israîlê li ser hijmara birîndaran dibêje, heta niha 2048 birîndar hatine tomarkirin û rewşa 20 ji wan xirab e.

Supayê Israîlê jî li ser hijmara serbazên xwe yên kuştî amaje bi wê yekê da, heta niha 44 serbaz hatine kuştin.

Wezareta Saxlemiyê ya Filistînê jî îro roja Yekşemê belav kiriye, hijmara kuştiyên êrîşa Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê gehiştiye 370 kesan.