Di dema 24 seetan de Netanyahu du caran peywendiyê bi Bidenî dike

Benjamin Netanyahu
Benjamin Netanyahu

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahuyî peywendî bi Serokê Amerîkayê Joe Bidenî kir û daxwaza piştevaniyê û arîkariyê jê kir.

Nivîsîngeha Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahuyî îro (Yekşem, 8ê Cotmeha 2023ê) ragehandinek belav kir, tê de hatiye: Îro cara duyê ye Netanyahu peywendiyê bi Serokê Amerîkayê Joe Bidenî dike, bi wê rêyê piştevaniya bê merc û rasterast a Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê bi dest xist.

Pêştir jî Serokwezîrê Israîlê generalê xanenişîn Cal Hîrşî wekî berpirsê doza bêserşûnên êrîşa şeva borî diyar kir, herwesa daxwaz ji tevaya wezaretan kir ku arîkariya wî bikin.

Seet 6:00ê sibeha doh (Şemiyê, 7ê Cotmeha 2023ê), balê serbazî yê Bizava Hemasê bi hevparî bi Seraya Qudsê re, operasiyona “Tofana Eqsayê” bo ser Israîlê dest pê kir. Televîvê jî soz da ku bi hêz bersivê bide.

Li gor zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê li Xezzeyê, hijmara kuştiyên êrîşa balê serbazî yê Bizava Hemasê bo ser deverên cuda cuda yên Israîlê, heta seet 7:50 ê vê êvarê ji 700 kesan borî.

Wezareta Saxlemiyê ya Israîlê li ser hijmara birîndaran dibêje, heta niha 2048 birîndar hatine tomarkirin û rewşa 20 ji wan xirab e.

Supayê Israîlê jî li ser hijmara serbazên xwe yên kuştî amaje bi wê yekê da, heta niha 44 serbaz hatine kuştin.

Wezareta Saxlemiyê ya Filistînê jî îro roja Yekşemê belav kiriye, hijmara kuştiyên êrîşa Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê gehiştiye 370 kesan.