Heyder Şeşo: Berjewendiya hin aliyan di cîbicîkirina rêkeftina Şingalê de nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandeyê Hêza Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo dûr dibîne ku rêkeftina Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de, di demeke nêzîk de were cîbicîkirin.

Sê sal bi ser îmzekirina rêkeftina Şingalê re derbas dibin, lê heta niha ti xalên rêkeftinê ji aliyê Bexdayê ve ji bo asayîkirina rewşa Şingalê nehatine cîbicîkirin.

Heyder Şeşo derbarê astengiyên li pêş rêkeftinê ji K24ê re got: “Niha beşek ji aliyên ku rêkeftina Şingalê îmze kirine, naxwazin ew bikeve warê cibicîkirinê, ji ber ku rewşa niha ya Şingalê di berjewendiya wan de ye.

Got jî: “Eger rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin, dê hin alî zirarê bibînin, gelek kes jî dê bên darizandin û hesab ji wan bê pirsîn, lewma ez bawer dikim di demek nêzîk de rêkeftin dê neyê cîbicîkirin.”

Roja 18.05.2023, Nûnera Taybet a Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert, di civîna Encûmena Asayişa Navdewletî de derbarê rewşa navçeyên Kurdistanî û Şingalê de gotibû: “Li Şingalê aliyên cuda hene ku rê li ber cîbicîkirina rêkeftinê digirin û divê rêveberiyeke baş û ewlehî û aramî ji bo Şingalê bê vegerandin.”

Heyder Şeşo di wê baweriyê de ye ku cîbicîkirina rêkeftina Şingalê ne ewqas zehmet e wek ku Plasschaert di civîna Encûmena Asayîşê de behs kiriye û got: “Netewên Yekgirtî ji bo cîbicîkirina rêkeftina Şingalê cidî nebûye û ji bo cîbicîkirina wê jî wek pêwîst fişar li aliyên rêkeftinê nekiriye.

Roja 9ê Cotmeha 2020an hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi çavdêriya Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî rêkeftina Şingalê îmze kiribûn ku ji 6 xalan pêk tê:

1. Hilbijartina qeymeqamekî nû.

2. Hikûmeta federal îdare pirsgirêkên ewlehiyê dike.

3. Erkdarkirina 2500 kes ji Şingalê û penaberên wê û avakirina hêzeke nû.

4. PKK û hemû komên pê ve girêdayî li Şingalê nemînin.

5. Divê ti endamên PKK’ê di nava hêza nû ya ewlehiyê de neyin girtin.

6. Divê Hewlêr û Bexda hevahengiyê ji bo avedankirin û birêvebirina Şingalê bikin.