Di êrişên Tirkiyeyê de 29 endamên asayişê li Dêrikê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di bombebarana artêşa Tirkiyeyê ya li ser navendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) li Dêrikê de, 29 endamên asayişê hatin kuştin û 28 endam jî birîndar bûn.

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê îro 9ê Cotmehê di daxuyaniyekê de ragihand ku di êrîşên dawiyê yên artêşa Tirkiyeyê li ser gundên Dêrikê û Rimêlanê de, 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê hatin kuştin û 28 jî birîndar bûne.

Wê daxuyaniyê amaje daye wê yekê ku “armanc ji wan êrîşan derxistina tevliheviyê û rêgirtina li têkoşîna gel û hêzên me yên leşkerî û ewlekariyê yên li dijî terorê ye”.

Herwesa wê daxuyaniyê amaje daye êrîşa li ser cihên petrolê û herêmên sivîlan û Akademiya Têkoşîna Dijî Hişbirê û dibêje: Vê akademiyê 24 saetan ji bo parastina civakê ji bandorên hişbirê kar dikir.

Herwesa pareke din a wê daxuyaniyê bêdengiya navneteweyî li beranberî kiryarên Tirkiyeyê şermezar dike û dibêje, “ev bêdengî û paşguhkirin zordestiya rejîma faşîst zêdetir dike”.

Li dawiyê jî Rêveberiya Xweser 3 roj wek şîn ragihand.

Artêşa Tirkiyeyê ji roja 5ê Cotmehê ve navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike, di encamê de ziyanên canî û madî derketine.