Serok Barzanî pêşwaziyê li Serokê Tevgera Niştîmanî ya Hîkmeyê dike

Serok Barzanî û Emar Hekîm
Serok Barzanî û Emar Hekîm

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî û Emar Hekîm tekezê li ser berdewamiya diyalogê ji bo çareserkirina kêşeyên siyasî yên Îraqê dikin.

Roja Duşemê (9ê Cotmeha 2023ê) li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Tevgera Niştîmanî ya Hîkmeyê Emar Hekîm û şanda pê re kir.

Baregayê Barzanî belav kiriye, di wê hevdîtinê de dîtin û nerîn li ser rewşa siyasî ya Îraqê û bizavên lihevnêzîkirina dîtin û nerînên aliyan û berdewamiya diyalogê ji bo çareserkirina kêşeyan bi hev hatin guhertin.

Her di wê hevdîtinê de tekez li ser dostînî û peywendiyên baş û dîrokî yên di navbera herdu aliyan de û pêdivîtiya parastin û baştirkirina wê peywendiyê û dostîniyê hat kirin.