Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyê gehişt Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyê gehişt Bexdayê û ji aliyê Wezîrê Derve yê Îraqê ve pêşwazî lê hat kirin.

Berdevkê wezareta Derve ya Îraqê Ehmed Sehaf, îro (Duşem, 9ê Cotmeha 2023ê) ragehandinek belav kir, tê de hatiye, Cîgirê Serokê Civata Wezîran û Wezîrê Derve yê Îraqê Diktor Fuad Husên, li Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê, pêşwazî li Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyê Feysel Ferhan kir.

Doh jî Berdevkê Wezareta Derve ya Îraqê Ehmed Sehaf ragehandibû, Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên, di peywendiyeke tilefonî de bi Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdulahiyan re, li ser rewş û aloziyên Filistînê danûstandin kiribû.

Îraq û Erebistana Siûdiyê du karakterên giring ên seqamgîriya devera Rojhelata Navîn in, taybet ji bo asayîkirina peywendiyên Îranê û Erebistana Siûdiyê û herwesa şerê Hemasê û Israîlê û bizavên rawestandina wî şerî.