Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Tevgera Niştîmanî ya Hîkmeyê kom bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Tevgera Niştîmanî ya Hîkmeyê danûstandin li ser guhertin û pêşhatên rewşa Îraqê û deverê û çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de kirin.

Êvara îro (Duşem, 9ê Cotmeha 2023ê) Serokê Hikûmeta Herêma Kutrdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê Tevgera Niştîmanî ya Hîkmeyê Emar Hekîm kir.

Li gor ragehandineke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê kombûnê de danûstandin li ser dawî guhertin û pêşhatên rewşa Îraqê û deverê û pêdivîtî û giringiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir, ger niyetpakijî hebe çareserkirina tevaya kêşeyan bizehmet nîne. Serokwezîrî herwesa tekez jî kir ku divê wekî qewareyeke destûrî û federalî û di çarçoveya destûrî de serederî bi Herêma Kurdistanê re bê kirin.

Serokê Tevgera Niştîmanî ya Hîkmeyê ji aliyê xwe ve amaje bi wê yekê da ku serdana vê dawiyê ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê roleke giring û erênî di ronkirina mijarên peywendîdar bi kêşeyên navbera Herêmê û Hikûmeta Federal de hebû. Herwesa wî got, heta niha derfeteke baş ji bo çareserkirina kêşeyan bi rêya danûstandinan û bihêzkirina baweriyê û li ser bingeha lihevkirinan û destûrî heye.