Serkirdetiya YNKyê endamên mekteba siyasî û berdevkê parta xwe diyar kirin

Kombûna Serkirdetiya YNKyê
Kombûna Serkirdetiya YNKyê

Silêmanî (K24) – Di kombûna yekê ya Civata Serkirdetiya Nû ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê de, endamên mekteba siyasî û berdevkê wê partê hatin diyarkirin.

Roja Duşemê (9ê Cotmeha 2023ê), Civata Serkirdetiya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê li Silêmaniyê kombûna xwe ya yekê kir û Sedî Ehmed Pîre wekî Berdevkê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê diyar kir.

Herwesa di wê kombûnê de, Refhet Ebdula, Şanaz Îbrahîm Ehmed, Ciwan Îhsan, Hawrê Daro, Nizar Amêdî, Şalaw Elî Eskerî, Şalaw Kosret Resul, Derbaz Kosret Resul, Telar Letîf, Aso Mamend, Burhan Seîd Sofî, Îmad Ehmed, Şêx Ehmedê Nokan û Xesrew Gul Mihemed wekî endamên mekteba siyasî hatin hilbijartin.

Di eynî demê de li gor zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê, Xesrew Gul Mihemed wekî nûnerê Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê li civata serkirdetiyê, civata bilind a berjewendiyan û civata piştevaniyê hat destnîşankirin û dê pişkdariyê di kombûnên hersê civatan de bike.

Ji aliyekî din ve, Sedî Ehmed Pîre di daxuyaniya yekê ya piştî diyarkirina wî wekî Berdevkê YNKyê de ji bo Kurdistan24ê ragehand, sibe roja Sêşemê (10ê Cotmeha 2023ê) mekteba siyasî dê kombûna xwe ya yekê bike.

Roja Çarşemê (27ê Îlona 2023ê), kongireya pêncê ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê bi pişkdariya 600 endaman û hijmareke serkirde û nûnerên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Îraqê hat destpêkirin, her di roja yekê ya kongireyê de Bafil Talebanî wekî serokê wê partê hat hilbijartin.

Di roja pêncê ya wê kongireyê jî de, li roja Yekşemê (1ê Cotmeha 2023ê), karên kongireya pêncê ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê bidawî hatin û 60 endamên nû ji bo serkirdetiya wê partê hatin hilbijatin, piştî ku peyrewê navxwe yê wê partê hat pejirandin.

Herwesa her ji roja pêncê ya kongireya pêncê ya YNKyê, Şêx Cehfer Şêx Mistefa wekî berpirsê Civata Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê hat hilbijartin.