Maxim Rubin ji bo K24ê: Rûsya piştevaniya çareserkirina tevaya kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan24ê, Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê Maxm Rubin ragehand, Rûsya piştevaniya çareseriya tevaya kêşeyên navbera Hewlêrê û Bexdayê dike.

Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê herwesa got: “Sibe Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî dê bi serdaneke fermî bigehe Moskoyê”.

Ew yek jî diyar kir, Îraqê û Rûsyayê peywendiyên dîrokî û dostanî hene, û hemahengiyeke kûr û dûr di gelek warên cuda cuda de heye.

Zêdetir ron kir, helwest û pêgehên me di pirsên navdewletî de nêzî yek in, sibe ji bo danûstandinên li ser paşeroja peywendiyên navbera Rûsyayê û Îraqê derfet e.

Tekez jî kir, her tiştekê ku bi peywendiyên navbera Bexdayê û Hewlêrê ve girêdayî be, Rûsya piştevaniya çareseriya tevaya kêşeyan û mijarên aloz dike, bi rêya aştiyê û danûstandinan ji ber ku berî her aliyekî di başiya xelkê Îraqê de ye.

Li ser vê pirsê Koçka Kirimlînê ragehand, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin sibe roja Sêşemê dê pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bike û dê danûstandinan li ser rewş û pêşhatên Rojhelata Navîn û pêşxistina peywendiyên navbera Rûsyayê û Îraqê bikin.

Herwesa behsa wê yekê jî kir, her yek ji Putin û Sûdanî dê li ser çend pirsekên din ên giştî yên girêdayî peywendiyan û pirsên navdewletî biaxivin.