John Kirby: Em rasterast tevlî şerê Hemasê û Israîlê nabin

John Kirby
John Kirby

Navenda Nûçeyan (K24) – Koçka Spî ragehand, bi rengekî rasterast tevlî şerê Hemasê û Israîlê nabin.

Berdevkê Civata Ewlehiyê ya Koçka Spî John Kirby ragehand, wan çi pilanek ji bo tevlîbûna şerê navbera Bizava Hemasê û Supayê Israîlê bi rengekî rasterast nîne, lê dê bi hemî awayan li ser arîkarîkirina Israîlê berdewam bin.

John Kirby di daxuyaniyeke rojnamevanî de behsa wê yekê jî kir ku ji ber alozî û êrîşên Hemasê bo ser Israîlê nîgeran in, dibe gefa paşerojê bo ser Israîlê ji Libnanê be.

Li ser şandina keştiya balafirhelgir a Gerald Ford bo Deryaya Naverast, Berdevkê Civata Ewlehiyê ya Koçka Spî amaje bi wê yekê da, armanc ji şandina wê parastina ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê ye.

Serê sibeha roja Şemiyê, 7ê Cotmeha 2023ê, ketîbeyên Qesamê yên balê serbazî yê Bizava Hemasê bi hevparî bi Seraya Qudsê re operasiyona “Tofana Eqsa”yê bo ser Israîlê dest pê kir. Di ragehandinekê de parve kiriye ku zêdetirî pênc hezar moşekan arasteyî her yek ji bajarên Televîvê û Sîdortê û Bîr Sebhê hatine kirin. Di encamê de jî zirareke zêde gehiştiye wan bajarên başûrê Israîlê. Paştir Israîlê dest bi êrîşên giran bo ser Kertê Xezzeyê kir.

Li gor dawî amarên Wezareta Saxlemiyê ya Filistînê, ji ber bordumana Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê, heta niha 687 kes hatine kuştin, ku di nav wan de 140 zarok û 105 jin hene.

Di eynî demê de li dû amara Neteweyên Yekgirtî, ji ber êrîşên Israîlê, nêzî 123 hezar welatiyên sivîl ji Xezzeyê aware bûne.