Ercentîn: Zêdetirî 20 welatiyên me li Israîlê hatine kuştin û windakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ercentînê ragehand, heft welatiyên wê ji ber êrîşên Hemasê li Israîlê hatine kuştin, di demekê de ku nêzî 15 welatiyên wê yên din jî winda bûne.

Wezîrê Derve yê Ercentînê Santiago Cafiero ragehand, nêzî 625 welatiyên Ercentînî li Israîlê daxwaz kiriye vegerin warê xwe, herwesa heft welatî hatine kuştin û 15 welatiyên din jî winda ne.

Gelek welatan di rûdanên vê dawiyê yên navbera Xezzeyê û Israîlê de hijmarên welatiyên xwe yên kuştî û windabûyî ragehandine, ji wan welatiyekî rûsyayî hatiye kuştin û çarên din jî winda bûne. Bi eynî awayî Fransayê du kuştî û 14 windabûyîyên xwe ragehandine, Îtalyayê jî windabûna jin û mêrekên Îtalyayî eşkere kiriye. Herwesa Amerîkayê jî amaje bi wê yekê kiriye, 11 welatiyên wê hatine kuştin û hijmerek jî winda bûye.

Medyayên Brîtanyayê ragehand, bi kêmî ve 10 Brîtanyayî li Israîlê ji ber êrîşên Hemasê hatine kuştin an jî windakirin. Ji aliyekî din ve balyozxaneya Nîpalê li Televîvê belav kiriye, komeke welatiyên wî welatî winda ne.

Herwesa Wezareta Derve ya Taylandê jî ragehand, 12 welatiyên Taylandî hatine kuştin, heşt welatî birîndar bûne û 11 welatiyên din jî hatine girtin.

Li roja Şemiya borî, Bizava Hemasê êrîşeke moşekî ya berfireh kir ser Israîlê û bi sedan kes hatin kuştin û birîndarkirin, li branberî wê jî Israîl Kertê Xezzeyê bi giranî borduman dike.