Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Îtalyayê li Îraqê dike

Mesrûr Barzanî û Maurizio Greganti
Mesrûr Barzanî û Maurizio Greganti

Îro roja Sêşemê, 10ê Cotmeha 2023ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Balyozê Îtalyayê li Îraqê Maurizio Greganti re rûnişt.

Li ser wê hevdîtinê, di ragehandineke malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye, di wê rûniştinê de dîtin û nerîn li ser guhertin û pêşvûnên Îraqê û deverê û pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê li hev hatin guhertin.

Amaje bi wê yekê jî hatiye dan, di wê hevdîtinê de behsa kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal hat kirin, tekez li ser çareserkirina bingehîn a tevaya kêşeyan û taybet mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrî û qanûna bodceyê de hat kirin, bi rengekî ku meaşwergirên Herêma Kurdistanê jî wekî tevaya meaşwergirên Îraqê mehane bê çi kêşeyekê û bi rengekî asayî meaşên xwe werbigirin.

Ew yek jî diyar kiriye, di tewerekî din ê wê rûniştinê de, danûstandin li ser pêdivîtiya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de hat kirin.