Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li Îraqê kom bûn

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Stephen Hitchen
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Stephen Hitchen

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro roja Sêşemê, 10ê Cotmeha 2023ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Stephen Hitchen kom bûn.

Mijara sereke ya kombûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li Îraqê taybet li ser giringiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal bû. Di eynî demê de dîtin û nerînên herdu aliyan yek bûn ku ew kêşe siyasî ne û divê di çarçoveya destûrî û lihevkirinan de bên çareserkirin.

Mesrûr Barzanî di wê hevdîtinê de tekez kir, ku divê mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê wekî qewareyeke federal parastî bin.

Balyozê Brîtanyayê ji aliyê xwe ve pesna çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir taybet di warê dîcîtalkirina xizmetkariyên giştî de. Wî amaje da pêşkeftina data sentera navenda Fermangeha Teknolojiyaya zanyaran a hikûmetê, ku divê ji bo hemî Îraqê û Hikûmeta Federal jî bibe mînak, û senter û dezgehên pêşkeftî yên wekî wê dabimezrîne.

Her di wê hevdîtinê de, Balyozê Brîtanyayê bi rêz û spasî ve behsa rewşa pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhatên cuda cuda de û azadiya olî li Herêma Kurdistanê kir.