Nêçîrvan Barzanî: Pirsgirêka hinardekirina petrola Kurdistanê li Bexdayê ye ne li Tirkiyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dibêje, sîstema Iraqê federalî ye, lê navendîparêziyeke bihêz heye. Herwiha got: “Pirsgirêka hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye, ne li Tirkiyeyê.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di çarçoveya beşdariya di Dîdara MERÎ de ragihand, pirsgirêkeke bingehîn di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye, divê berî her tiştî ew li gorî destûra Iraqê were çareserkirin.

Got jî: “Iraq welatekî federal e, lê di naveroka xwe de Iraq li ser sîstemeke navendî dimeşe û ne federalî ye. Reftara Iraqê li hember Herêma Kurdistanê her tişt e, lê ne federalî ye.”

Nêçîrvan Barzanî Got jî: “Pêwendiyên me bi Bexdayê re, heta astekê baş in û her çendî hinek pirsgirêkên me hene jî, lê divê ev kêşe bên çareserkirin.”

Da zanîn jî: “Me nexşerêyek daniye û em li ser wê nexşerêyê berdewam in. Armanca me jî pêkanîna aramîya sîyasî û aborî li Îraqê ye û em dixwazin rewşa jîyana xelkê baştir bikin.”

Got jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şefafiyeke mezin serederiyê bi Bexdayê re dike. Divê Bexda jî bi cidî were ser xetê û pirsgirêka mûçeyên Herêma Kurdistanê çareser bike.

Herwiha got: “Divê Iraq bi yek çavî li karmendên Herêma Kurdistanê û karmendên Iraqî binêre. Mûçe mafekî bingehîn yê welatiyan e. Divê Bexda pabendî rêkeftinên xwe yên li gel Hewlêrê be.”

Derbarê dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya Cîhanî ya Tirkiyê de jî, Nêçîrvan Barzanî ragihand, Tirkiyê amadebûna xwe ji bo dubare hinardekirina petrolê nîşan daye.

Lê Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, “Du pirsgirêkên mezin rê nedan ku petrol careke din were hinardekirin. Yekem pereyê kompanyayan e, li gor rêkeftinê eger careke din petrol were hinardekirin, pere vedigerin Bexdayê, lê ew pere dê çawa bidin kompanyayên petrolê? Li gorî yasaya bûdceya Iraqê, nirxê derxistina petrolê li Herêma Kurdistanê 6 dolar bo her bermîl hatiye diyarkirin, lê kompaniyên petrolê bi vê razî nabin.”

Herwiha got: “Iraq ji bo hin cihan petrola xaka xwe hinarde bike, 30 dolar dide kompanyayên Tirkiyê, lê her bermîlek petrola Herêma Kurdistanê 6 dolar dide. Ev yek ji aliyê kompanyayên Tirk ve nayê qebûlkirin, lewma ev pirsgirêkeke mezin e ku divê bê çareserkirin.”

Da zanîn jî: “Pirsgirêka me ya duyem li ser hinardekirina petrolê ew e, divê SOMO bi wan kompaniyên ku heta niha petrola Herêma Kurdistanê kirîne re girêbestan îmze bike. Lê divê ev pirs bi Bexdayê re bê çareserkirin. Ji bo ku careke din hinartina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike, pirsgirêk li Bexdayê ye, ne Tirkiyeyê.”

Derbarê pêwendiyên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de jî, Nêçîrvan Barzanî got: “ Peywendiya di navbera PDK û YNKê de giring e. Kêşeyên me jî ne ewqas kûr in ku em nikarin çareser bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn: “YNKê têgihiştiye ku divê ew bi PDKê kar bike û PDKê jî fêm kiriye ku divê bi YNKê kar bike, ji ber ku me bi hev re gelek destkeft bi dest xistine.”

Herwiha tekez kir, pêwîstiya PDKê bi rêkeftin û lihevkirineke nû bi YNKê re heye, ji bo birêvebirina Herêma Kurdistanê.