Balyozê Îtalya li Iraqê: Civaka navdewletî bi tevahî piştgiriya rêkeftina Şingalê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Îtalya li Iraqê Maurizio Greganti ragihand, 24 şandên me yên şûwarnasiyê li Iraqê hene, 11 ji wan li Herêma Kurdistanê ne.

Maurizio Greganti ji K24ê re ragihand, “hikûmeta Îtalya piştevaniya rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê dike. Em ji encamên wê kêfxweş in û di wê baweriyê de ne ku ev gava yekem e ji bo dîtina çareseriyeke hertimî ji bo berjewendiya xelkê.”

Got jî: “Îradeya bihêz a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal heye, ji bo cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, ev yek ji bo gelê Iraqê bi giştî û xelkê Şingalê gelekî girîng e.”

Balyozê Îtalya li Iraqê herwiha got: “Îtalya û civaka navdewletî bi tevahî piştgiriya rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê dikin.”

Da zanîn jî: “Pêwendiyên Îtalya û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, gelekî baş in, bi salan e em di warên cuda yên weke aborî, geşepêdan, çandî û berevaniyê de bi hev re kar dikin.”

Herwiha got: “Bingeha pêwendiyên me di warê çandî û şûnwarnasiyê de ye. Li Iraqê 24 şandeyên me yên şûwarnasiyê hene ku 11 ji wan li Herêma Kurdistanê ne.”