Fehmî Burhan: Lihevkirineke eşkere di navbera Bexdayê û îdareya xwesepîn a Kerkûkê de heye ji bo çaresernekirina kêşeya cotyaran

Serokê desteya giştî ya deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Fehmî Burhan
Serokê desteya giştî ya deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Fehmî Burhan

Navenda Nûçeyan (K24) – Cotyarên Kurd û Turkman bi serokê desteya deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê re kom bûn, kêşe û giriftên xwe gehandin wî û daxwaza kombûnê bi nûnerên Kurd li perlemana Îraqê re kirin, ji bo ku kêşeyên wan bi Bexdayê re bên çareserkirin. Di eynî demê de serokê desteya giştî ya deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dibêje, lihevkirineke eşkere di navbera Bexdayê û îdareya xwesepîn a Kerkûkê de heye ji bo çareserkirina kêşeyên cotyaran.

Doh roja Sêşemê, 10ê Cotmeha 2023ê, serokê desteya giştî ya deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Fehmî Burhan ji bo Kurdistan24ê ragehand, wekî desteya giştî ya deverên Kurdistanî berdewam haydarî rewşa cotyarên Kurd û Turkman bûne li deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê. Lewma jî ji bilî cotyarên Kurd, cotyarên Turkman jî ji herdu mezhebên Şîe û Sune serdana wan dikin û daxwaza çareserkirina kêşeyên xwe dikin.

Fehmî Burhan amaje bi wê yekê jî da, ya ku li Bexdayê axiftin li ser tê kirin û biyar li ser tê dan berivajî wî ketwarî ye yê ku li beranberî cotyarên Kurd û Turkman li sinorên Kerkûkê tê bicîanîn. Got jî, ew siyaseta Hikûmeta Federal tenê ji bo Kerkûkê bi wî rengî nîne, belkî li ser hemî deverên dî yên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî tê bicîanîn.

Serokê desteya giştî ya deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê behsa wê yekê jî kir, ku li Bexdayê niyeteke cidî ji bo çareserkirina wan arêşeyan nîne. Bi eynî rengî desthilata xwecihî li Kerkûkê jî amade nîne berpirsarîtiya çareserkirina wan kêşeyan bi stûyê xwe ve bigire û taybet parêzgerê sepandî yê Kerkûkê naxwaze biçe jêr hukmê çareserkirina wan kêşeyan.

serokê desteya giştî ya deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bal kişand ser wê yekê jî, ku lihevkirineke eşkere di navbera Bexdayê û îdareya xwesepîn a Kerkûkê de heye ji bo ku ew kêşe neyên çareserkirin, taybet ku fermangeheke asayî li Kerkûkê dikare biryara wezareteke Îraqê rawestîne û bi cî neyîne. Ev jî xuya dike û goman û egeran ji bo wê lihevkirinê pişrast dike û hemahengiyên wan zêdetir dike.

Şeva 6/7ê Cotmeha 2023ê, hêzeke serbazî ya supayê Îraqê bi ser zeviyên cotyarên Kurd li Pelkaneyê de girt. Wê hêza serbazî di nav wan zeviyan de, ku zeviyên Deştî Axa ne, kelûpelên avdêriyê şkandin. Ew hêz bi ser firqeya heştê ya supayê Îraqê ve ye û bi hemî rengan karê çandinê li gundên Pelkane, Şenaxe, Serbeşax, Gabeleke û Xerabeyê qedexe kiriye. Hêzeke zêde ya serbazî di nav zeviyên çandinê de hatiye belavkirin û her cotyarekê karê çandinê bike tê girtin.

Li dû biryara hijmar 29ê ya sala 2012ê, Civata Wezîran ji bo helweşandina biryarên lijneya karûbarên bakurî, zêdetirî 700 girêbestên Erebî yên hawirde helweşandine, û fermangeha çandinê ya Kerkûkê jî bi nivîsara fermî ya firqeya heştê ya supayê Îraqê haydar kiriye ku rêyê li karê çandinê yê cotyarên Kurd negire, lê supayê Îraqê guh nade daxwaza fermangeha çandinê ya Kerkûkê.

Cotyarên Kurd ji aliyê xwe ve ji Kurdistan24ê re got: “Me hijmareke biryaran heye ku em wan zeviyan werbigirn, lê supayê Îraqê rêyê li me digire”.

Cotyarên gundên bajarkê Sergeranê fermandeyê operasiyonên hevpar ên Kerkûkê haydar kiriye, eger supayê Îraqê li ser rêgiriyên xwe berdewam be, dê xwenîşandanên berfireh bikin.