Encûmena Wezîran danûstandinê li ser hûrbînkirina hijmara mûçexuran dike

Kombûna Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê - Erşîf
Kombûna Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê - Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê kom dibe û danûstandinan li ser pirsa hûrbînkirina hijmara mûçexuran û destpêkirina birêkirina nefta Herêma Kurdistanê bi rêya Benderê Ceyhanê dike.

Fermangeha Medyayê û Zanyaran ragehand, îro roja Çarşemê, 11ê Cotmeha 2023ê, Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi amadebûna Cîgirê Serokwezîrî Qubad Talebanî kom dibe.

Di para yekê ya kombûnê de, dawî pêngav û pêşveçûnên hûrbînkirina hijmara mûçexurên Herêma Kurdistanê ji aliyê Tîma Hevpar a Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal û Herêmê ve dê bên berçavkirin.

Di para duyê ya kombûnê de, dê danûstandin li ser mijara destpêkirina birêkirina nefta Herêma Kurdistanê bi rêya Benderê Ceyhanê û dawî pêşveçûnên vê pirsê di navbera Îraqê û Tirkiyeyê de bên kirin.

Para sêyê ya kombûnê dê taybet li ser berçavkirina raporetkê li ser rewşa pêkhatên Herêma Kurdistanê be.