Şanoya “Kulav û Peyk” li Hewlêrê hat pêşkêşkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanoya “Kulav û Peyk” ji aliyê şanokarên Dihokê ve li Peymangeha Hunerên Ciwan a Hewlêrê hat pêşkêşkirin. Şanonivîsê wê dibêje: Naveroka wê şanoyê asêbûna çend kesekan di kunceke jiyanê de ye ku tûşî çend arêşeyekên civakî bûne.

Şanoya Kulav û Peyk berhemê Koma Şivan û Rêveberiya Hunerî ya Şanoyê ya Dijokê ye û ji nivîsîna Esan Kenfan û wergêrana Ha Ebdulezîz û amadekirina Adil Hesen e û cara yekê jî li Peymangeha Hunerên Ciwan a Hewlêrê û di çarçoveya werzê Payîzê yê Hewlêrê de hat pêşkêşkirin.

Şanonivîs Ha Ebdulezîz ji bo Kurdistan24ê dibêje: Naveroka wê şanoyê asêbûna çend kesekan di kunceke jiyanê de ye ku tûşî çend arêşeyekên civakî bûne. Ekterên vê şanoyê li pey derkeftina ji nav wan giriftan û aloziyên jiyanê û vedîtina rêyeke bexteweriyê sergerdan in.

Herwesa got: Ev berhem bi rengekî cuda û pirî guhertin û guncandin bi edetên civakî yên Rojhelava Navîn re hatiye amadekirin. Herwesa me tevlihevkirinek kiriye ku ev berhem nêzî jiyana neteweyî ya Kurd û Ereban be.