Li Kerkûkê çiliya şehîdên duyê Îlonê hat kirin

Rêûresmên çiliya şehîdên Kerkûkê  - wêne: Hêmin Delo/ Kurdistan24
Rêûresmên çiliya şehîdên Kerkûkê - wêne: Hêmin Delo/ Kurdistan24

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro roja Çarşemê, 11ê Cotmeha 2023ê, bi serperiştiya Liqa Sêyê ya PDKyê, li bajarê Kerkûkê çiliya wan her çar şehîdan hat kirin ên ku li roja 2ê Îlona îsal bi teqeya hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê hatibûn şehîdkirin.

Cîgirê Serokê Perlemana Îraqê, Şaxewan Ebdula, di rêûresmên çiliya şehîdên xwenîşandana Kerkûkê de got: Nasnameya Kerkûkê Kurdistanî ye lê erkê me ye ku em rêzê li pêkhatên wê bigirin. Ezmûna Herêma Kurdistanê jî baştirîn nimûneye ji bo vê mijarê, ku em rojane dibînin çawa serederî bi pêkhatên Herêma Kurdistanê re tê kirin û li ciyên din çi li beranberî wan tê kirin.

Kadirê PDKyê li Kerkûkê, Kawe Ehhmed Fethula, jî ji Kurdistan24ê re got: Em wekî rêkarên qanûnî û malbatên serbilind ên şehîdan dixwazin bi rêya dadgehên Kerkûkê serederî bi vê mijarê re bê kirin.

Wî herwesa amaje da wê yekê jî ku şehîdkirina wan her çar Kurdan û birîndarkirina hijmareke din bûye dozeke qanûnî. Wî herwesa got: Çi kesek nikare me neçar bike ku em destan ji mafên xwe yên rewa berdin.

Li roja 2ê Îlona îsal, li taxa Rehîmawayê li bajarê Kerkûkê, welatiyan bi alayên Kurdistanê li dijî daxistina rêya Kerkûk-Hewlêrê dest bi xwenîşandaneke nerim kir, lê ji ber rêgiriya hêzên Îraqî, girjî keftin nav xwenîşandanê û çar welatiyên Kurd bi navên Hawkar Ebdula, Heval Sitar, Semed Mihemed û Husên Sabir bi guleyên hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê hatin şehîd kirin, herwesa nêzî 15 xwenîşanderan jî birîndar bûn û hijmareke din jî hat girtin.