Hevpeymaniya NATOyê li ser arîkariyên ji bo Ukraynayê û rewşa Rojhelata Navîn kom dibe

Kombûna NATOyê - ERŞÎV
Kombûna NATOyê - ERŞÎV

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro roja Çarşemê, 11ê Cotmeha 2023ê, Wezîrên Bergiriyê yên NATOyê dê li Brûkselê kom bibin. Ew kombûn dê ji bo dema du rojan berdewam be û danûstandin dê li ser arîkariyên zêdetir ji bo Kiyêvê bên kirin. Herwesa dê behsa rewşa ewlehiyê û wan tudûtîjiyên niha li Rojhelata Navîn ser hildane bê kirin.

Biryar e îro roja Çarşemê, 11ê Cotmeha 2023ê, Wezîrê Bergiriyê yê Ukraynayê Rustem Emîrov tevlî kombûna NATOyê bibe, û biryar e hevkûfên NATOyê li ser serpişkiyên Kiyêvê haydar bike.

Berî wê rûniştinê, kombûna Koma Peywendiya Bergiriyê ya Ukraynayê bi serokatiya Amerîkayê dê bê kirin, ku nêzî 50 welatên cîhanê vedigire û giringiyê did piştevanîkirina Kiyêvê di şerê li dijî Rûsyayê de.

Sibe roja Pêncşemê, 12ê Cotmeha 2023ê, biryar e wezîr li ser encamên şerê Moskoyê li ser Hevpeymaniya Bergiriya Rojavayê biaxivin, wekî dubarebihêzkirina şiyanên bergiriyê.

Herwesa biryar e jî Wezîrên Bergiriyê yên Hevpeymaniya NATOyê danûstandinê li ser Hevpeymaniya Kosovoyê bikin, ku vê dawiyê hêzên NATOyê zêde kirine, ev jî piştî pêşveçûna girjiyên navbera Kosovo, Sirbiya û Îraqê.

Herwesa ev kombûna durojî dê bibe bîranîna hevrikiyên germ ên nav wê hevpeymaniyê, ji ber ku Tirkiye û Hengarya di ser sozên xwe re hêşta rêyê nadin Swêdê ku peywendiyê bi wê hevpeymaniyê bike.

Mimkin e pêşhatên deverê armanca sereke ya wê kombûnê be, ew jî piştî ku Bizava Hemasê êrîşeke ji nişkê ve kir ser Israîlê û paştir êrîşa asmanî ji aliyê Israîlê ve bo ser Kertê Xezzeyê hat kirin û bû sedema bi sedan kuştî û birîndaran.

Serhildana şerê navbera Hemasê û Israîlê rewşeke nepiştrastbûnê li Waşintonê çê kiriye, Amerîka li ser arîkariyên serbazî yên Kiyêvê li paşerojê nîgeran kiriye.