HSD: 4 leşkerên din ên Tirkiyeyê li bakurê Til Temirê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) diyar kir, di 2 çalakiyên hêzên wan ên li dijî baregehên artêşa Tirkiyeyê li bakurê Til Temirê de, 4 leşkerên Tirkiyê û 3 çekdarên ser bi wê ve hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê HSDê îro di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan duhî 10ê Cotmehê 2 êrîş li dijî baregehên artêşa Tirkiyeyê û çeteyên wê yên li gundên Kinêhir û Erbîn ên bakurê Til Temirê kirin.

Diyar kir jî, di encamê de 4 leşkerên Tirkiyeyê û 3 çekdarên ser bi wê ve hatin kuştin, gelek leşker û çekdar jî birîndar bûn.

HSD da zanîn jî, bi vê yekê hejmara kuştiyên artêşa Tirkiyeyê di rojên dawîn de gihîşt 22 leşkeran û bi dehan leşker û çete jî birîndar bûn.

HSD tekez kir jî, hêzên wan dê di çarçoveya parastina rewa de, di bersivdayîna êrişên artêşa Tirkiyeyê û çekdarên ser bi wê ve de, parastina xelk û herêmên xwe de berdewam bin.

Duhî jî HSDê ragihandibû, hêzên wan roja 9ê Cotmehê baregehên artêşa Tirkiyeyê li gundewarê Zirganê kiribûn armanc û di encamê de jî, 4 leşkerên Tirkiyeyê hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn.