Sûdanî: Iraq amade ye petrolê bi rêya bendera Ceyhanê re hinarde bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî radigihîne, Iraq amade ye petrolê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê re hinarde bike.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro li Hefteya Enerjiyê ya Rûsyayê (REW) li Moskoyê de got: “Îraq amade ye ku hinardekirina petrolê bi rêya bendera Ceyhanê re ji nû ve dest pê bike.

Herwiha Sûdanî got: “Emê di demeke nêzîk de bigihin rêkeftinekê ji bo dubare hinardekirina petrolê. Ev jî dê di çarçoveya pabendbûna Iraqê di OPEC û OPEC Plusê de dibe.”

Got jî: “Hinardekirina petrolê ji ber biryara dadgeha navdewletî ya Parîsê û û erdheja li Tirkiyeyê hatibû rawestandin, lê di van demên dawîn de Tirkiyeyê ji me re ragihand ku xeta boriyê ji bo hinardekirina petrolê amade ye.”

Serokwezîrê Iraqê da zanîn: “Ev xeta boriyê, petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê vediguhêzîne. Çend kompanyayên petrolê li Herêma Kurdistanê kar dikin û li gor yasaya bûdceyê, têgihîştineke me ya baş bi wan re heye.”

Herwiha got: “Hevdîtinên Wezareta Petrolê ya Federal bi Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê û kompnyayên hilberîna petrolê yên Herêma Kurdistanê re berdewam in.”