Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Projeya me ya giştgîriya darayî bi destpêkeke baş dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, projeya giştgîriya darayî bi destpêkeke baş dest pê kiriye û serkeftineke mezin bidest xistiye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li ser hejmara xwe ya tora “X” nivîsî: "Projeya me ya giştgîriya darayî bi destpêkeke baş dest pê kiriye û serkeftineke mezin bidest xistiye. Wek mînak heta niha 65 hezar karmendên Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.”

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand jî: “Em ê di kêmtirî du salan de, bigihin zêdetirî yek mîlyon karmendan.”

Serokwezîr Barzanî îro serdana proseya tomarkirina projeya (Hejmara Min) li Rêveberiya Giştî ya Polîsê Hewlêrê kir û di gotarekê de ragihand, “Bêguman Hejmara min dê asankariyeke mezin dike ji bo dayîna mûçe û welatî dikarin sûdê ji karûbarên bankî bibînin”.

Her wiha got: “Pêvajoya Hejmara Min niha li Hewlêrê dest pê Dike, lê di demek nêzîk de dê li Duhok û Silêmaniyê were vekirin. Em hêvîdar in di heyama kêmtirî 2 salan de hemû karmend karibin sûdê ji vê proseyê werbigirin.”

“Hejmara Min” pirojeyek e ku fermanberên kertê giştî, xanenişînan û hêzên ewlehiyê dikarin bi rengekî parastî û şefaf, bi rêya torekê amûrên eliktironî yên vekêşana diravî “ATM”ê, mûçeyan xwe werbigirin.

Mesrûr Barzanî dibêje, armanca dîjîtalîzekirina sîstema bankî ew e ku ji bo Herêma Kurdistanê jêrxaneyeke aram di warê aborî de çêbibe ku bank bikarin piraniya xizmetguzariyan pêşkêşî xelkê bikin.