Di şerê Îsraîl û Hemasê de hejmara kuştî û birîndaran zêde dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Di roja şeşmîn a şerê Tevgera Hemas û Îsraîlê de, hejmara kuştiyan ji her du aliyan zêde bûye.

Şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de di roja şeşmîn de berdewam e û êrîşên Îsraîlê yên "bêmînak" li ser Xezzeyê di bersiva êrîşên Hamasê de, elektrîk û av qut kirine.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand, hejmar kuştiyan li Karta Xezzeyê ji roja Şemiya borî gihîştiye 1200 kesan, hejmara birîndaran jî gihîştiye 5600 kesî.

Ji aliyê xwe ve, Neteweyên Yekgirtî îro Pêncşemê ragihand, zêdetir ji 338 hezar kes neçar mane ku malên xwe li Kerta Xezzeyê bi cih bihêlin û ji ber êrîşan birevin.

Herwiha Wezareta Tenduristiyê li Kerta Xezzeyê hişyarî da ku derman, alavên bijîşkî û sotemenî ber bi dawîbûnê ve diçin û birîndar û nexweş li nexweşxaneyan li ser erdê radikevin.

Li gorî raporên medyayî jî, ji aliyê Îsraîlê jî hejmara kuştiyan gihişte zêdetirî hezar kesî ku di nav wan de zêdetir ji 220 efser û leşkeran hene.

Roja 7ê Cotmehê Tevgera Hemasê zêdetir ji 5 hezar mûşek ji Karta Xezzeyê avêtin herêmên Îsraîl. Hejmarek ji çekdarên filistînî jî derbasî navçeyên di bin kontrola Îsraîlê bûn û şerê kolanan derket.

Li hember vê yekê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu şer li dijî Hemas û komên çekdar ên Filistînî ragihand û artêşê dest bi êrîşên bejayî û asmanî li ser Xezzeyê kirin.

Herwiha Îsraîlê dorpêçeke tund li ser Karta Xezzeyê sepandiye, hemû dergeh girtine, rê li derbasbûna alîkariyên mirovî û kelûpelan girtine û elektrîk û av qut kirin.