Alîn: Bi hêvî me li her çar perçeyan konseran bidim

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermend Alîn li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye û niha li sirgûniyê dijî, bi dehan klîp belav kirine, lê du sal in li hember weşandina stran û mûzîka nû bêdengiyê hilbijartiye û di hevpeyvîneke taybet de dilê xwe ji Kurdistan24ê re vedike û bersiva pirsan dide.

Hunermend Alîn derbarê nebûna berhemên wê di dema borî de got: “Bêdengiya min û dûrbûna min di du salên borî de, ji ber sê sedeman e. Ya yekem ew e ku ez bi kar û jiyana xwe ya taybet re mijûl bûm. Ya duyem ew bû ku min bi bêdengî karê dîplomasî dikir. Ya sêyem jî ew bû, min amadekariya karekî nû yê hunerî dikir, niha klîpeke min a bi zimanê Suryanî amade ye.”

Derbarê sirûdên niştimanî de Alîn got: “Xemên her çar parçeyên Kurdistanê, xemên min in. Ew ji bo min weke Rojava ne û ti cudahî di navbera wan de nîne. Xweşî, nexweşî, êş û azarên her parçeyekî Kurdistanê, yên min in jî. Lê niha Rojavayê Kurdistanê ji bo min cihê xemgînî û bêbextiyê ye, lewra ew ê ji destê min hat, min ji bo Rojava kir, hem bi rêya klîpên xwe yên wek klîba (Yekîtiya Biratiyê) ku tê de daxwaza yekrêzî û biratiyê di navbera Pêşmerge û şervanan de dikim. Herwiha stranên (Bilbilê Dilşad) û (Ey Felek).

Alînê bal kişande ser wê yekê, “Derbarê êş û azarên Rojava de, min çendîn caran daxwaz ji hikûmeta Almanyayê kiriye ku alîkariya Rojavayê Kurdistanê bike û di zûtirîn dem de aramî bo xelkê deverê vegere.”

Li ser serdana Rojavayê Kurdistanê jî, Alînê got: “Min berê qet serdana Rojavayê Kurdistanê nekiriye. Ev hesteke bêsînor e, ez nikarim vebêjim ji ber ku ew yek ji xewnên min ên ji zû ve ye.”

Tekez kir jî: “Ji bo ku ez ji nêz ve hay ji rewşa xelkê bibim û bi xweşî û xemên wan bihesim, ez hêvî dikim ku li her çar parçeyan konseran bidim. Li her çar parçeyên Kurdistanê hezkiriyên min hene û ew jî wek Kurdên Rojava hezkiriyên min in.”

Derbarê wan stranbêjên Kurd yên bi zimanên biyanî û şêwazên Amerîkî û Ewropî stranan dibêjin de jî got: “Ez wek nêrîna xwe ya kesane, piştevaniya wan dikim û karekî erênî dibînim û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim. Ji ber ku bi vî awayî dikarin xizmeta hunerê bikin, di heman demê de dikarin pirsa Kurd bi rêya stranan bigihînin wan welatan û xwe nêzîkî çanda welat û neteweyên din bikin.”

Derbarê gotina stranên bi zimanên biyanî de Hunermend Alîn dibêje: “Min bi ji bilî zimanê Suryanî, stran bi Keldanî û Aşûrî jî gotine, ji ber ku Kurd û ev netewe bi hezar salan li Kurdistanê bi hev re dijîn û êş, azar û şahiyên xwe bi hev re parve kirine, yek ji hêviyên min ew e, bikaribim bi riya hunerê biratiyê di navbera Kurdan û van de çêbikim. Hêvîdar im ku tê de serkeftî bim.”

Alîn derbarê nûkirina berhemên kevin ên hunermendan û dubare gotina wan de got: “Ez dibînim ku normal e hunermendekî ciwan stranekê ji yên pêşiyên xwe dubare bike, lê bi şertê ku mafê stran û hunermendê bide. Ez wiha nabêjim ji ber ku min ev kiriye û min berê stranên hunermendên din gotiye, na, eger ez bizanibim ku ez mafê stran û hunermend nadim, wê demê ez destûrê nadim xwe ku karekî wiha bikim. Ez ji gel daxwaz dikim, eger dizanin ku stranên ez dubare dikim min têk dane, ji kerema xwe ji min re bibêjin ku mafê te tune ye vî karî bikî, ji ber ku te strana orîjînal têk daye.”

Di dawiyê de hunermend Alîn got: “Hêvîdar im hemû hêzên Kurdistanî li herçar parçeyên Kurdistanê gotara xwe bikin yek û yekdeng bin, nemaze Kurdên Rojava, ji ber ku di demeke hestiyar de derbas dibin û baştirîn çareserî ji pirsgirêkên re, yekrêzî ye. Hêviya azadî û avedanî ji hemû perçeyên Kurdistanê re dixwazin.