Cîgirê Plasschaert: PKK û Heşdî Şeibî li pêşiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê astengî ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê nûnera NY li Iraqê Claudio Cordon, hêzên neyasayî yên li Şingalê bi sedema cîbicînekirina rêkeftina Şingalê tometbar dike.

Claudio Cordon li Dîdara MERI 2023 li Hewlêrê ji K24ê re ragihand, divê Heşdî Şeibî û hêzên PKKê ji Şingalê derkevin. Got jî: “Cibicînekirina vê rêkeftinê, bandorê li xelkê Şingalê dike û rê li ber avedankirina navçeyê digire.

Cîgirê nûnera NY li Iraqê destnîşan kir, vekişîna Heşdî Şeibî û hêzên PKKê beşeke ji rêkeftina Şingalê ye, lê heta niha ti hêzek ji wan herêmê venekişiye.

Herwiha got: “Civaka navdewletî giringiyek mezin dide cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, ji bo dubare avedankirina jêrxana bajêr jî, çend proje hene ku bêyî hebûna rêveberiyeke pêbawer, navçe nayê avedankirin.

Claudio Cordon herwiha got: “Wek mînak eger Balyozê Japonê bixwaze dibistanekê li Şingalê ava bike, ti garantî nîne ku piştre ew dibistan were avakirin.

Da zanîn jî, ew bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal re xebatên xwe didomînin û got: “Em dilxweş in ku bi civaka Şingalê re hevdîtinê dikin, da ku bizanin ka çi dixwazin.”

Wekî Cîgirê Nûnera taybet a Neteweyên Yekgirtî amaje bi wê yekê jî kir, xizm û qurbaniyên DAIŞê li Şingalê, berdêla cîbicînekirina rêkeftinê bidin.

Claudio Cordon di wê baweriyê de ye ku cîbicînekirina rêkeftina Şingalê, amajeke ne baş e û nîşana wê yekê ye ku şiyana Iraqê a pabendbûna bi rêkeftinan nîne.

Roja 9ê Cotmeha 2020an hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi çavdêriya Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî rêkeftina Şingalê îmze kiribûn ku ji 6 xalan pêk tê.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed jî duhî di Dîdara MERI de ragihand, rêkeftina Şingalê yek ji destkeftên danûstandinên demdirêj ên Bexda û Hewlêrê ye, lê ti îradeyeke siyasî ya bihêz ji bo cîbicîkirina vê rêkeftinê li Bexdayê nîne.