Wezîrên Bergiriyê yên Kanada, Almanya û Brîtanyayê ji bo Kurdistan24ê: Mafê Israîlê ye bergiriyê ji xwe bike

Wezîrên Bergiriyê yên Kanada, Almanya û Brîtanyayê dibêjin ku mafê Israîlê ye bi vî rengê niha serederiyê bi Bizava Hemasê re bike û bergiriyê ji xwe bike. Herwesa dibêjin, “dê hemî pêngavan ji bo parastina welatiyan li Israîlê biavêjin”.

Îro roja Pêncşemê, 12ê Cotmeha 2023ê, her yek ji Wezîrê Bergiriyê yê Kanadayê Bill Blair, Wezîrê Bergiriyê yê Brîtanyayê Grant Shapps û Wezîrê Bergiriyê yê Almanyayê Boris Pistorius li ser şerê navbera çekdarên ser bi Bizava Hemasê ve û supayê Israîlê bersiva pirsyarên peyamnêrê Kuridstan24ê, Barzan Hesen, da.

Wezîrê Bergiriyê yê Kanadayê Bill Blair li ser êrîşa vê dawiyê ya Hemasê bo ser Israîlê û şer û aloziyên nabvera wan çekdaran û supayê Israîlê ji peyamnêrê Kurdistan24ê re got, “Mafê Israîlê ye bergiriyê ji xwe bike ji berk u Hemasê di êrîşa xwe de xelk kuştiye û jin û zarok revandine”.

Wezîrê Bergiriyê yê Kanadayê di pareke din a gotinên xwe de amaje bi wê yekê jî da, dê hemahengiyê bi hikûmeta Israîlê re bikin û dê pêngavên pêdivî ji bo parastina silametiya welatiyan li bajarên cuda cuda yên Israîlê biavêjin.

Ji aliyekê din ve di bersiva pirsyareke peyamnêrê Kurdistan24ê de li ser sedema desttêwerdanên komên çekdaran di şerê navbera Hemasê û Israîlê de, Wezîrê Bergiriyê yê Almanyayê Boris Pistorius got, “her desttêwerdaneke wan koman rewşê aloztir dike û tundûtîjiyê zêdetir dike”.

Boris Pistorius got jî, “Eger serkirdeyên welatên deverê arîkariya Hemasê bikin, hingê dê zêdetir alozî li deverê peyda bibin. Her tiştekî di şiyana me de hebe divê em bikin ji bo ku rêyê li zêdetir alozbûna rewşê bikigirn”.

Di eynî demê de Wezîrê Bergiriyê yê Brîtanyayê Grant Shapps ji peyamnêrê Kurdistan24ê re got, “Em dibêjin ku Israîlê maf heye bergiriyê ji xwe bike. Hemas komeke terorist e, ne şerkera azadiyê ye, bila xwe wekî titşekî din nede naskirin. Mafê Israîlê ye bi vî rengî serederiyê bi wê re bike”.

Li ser astê navdewletî jî karvedan li ser şerê di navbera Hemasê û Israîlê de berdewam in. Neteweyên Hewvgirtî daxwaza vekirina rêyeke mirovî ya bilez ji bo gehandina arîkariyan ji bo Kertê Xezzeyê dike. Xaça Sor a navdewletî jî amadebûna xwe ji bo navbeynkariyê di navbera Hemasê û Israîlê de ji bo lihevguhertina êxisîran diyar kiriye.

Ev di demekê de ye ku biryar e Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî li roja Înê taybet li ser şerê navbera çekdarên Bizava Hemasê û supayê Israîlê de kom bibe.

Ev şeş roj in ku şer, moşekbarankirin û bordumankirin di navbera çekdarên ser bi Bizava Hemasê ve û Israîlê de berdewam e. Hejmara kuştiyên herdu aliyan gehiştiye nêzî du hezar û 600 kesan û hejmaran birîndaran jî ji şeş hezar kesan boriye û bi sedan kes jî heta niha winda ne.