Bexda amadekariyan ji bo xwenîşandana piştevanîkirinê ji bo Filistînê dike

Amadekariyên alîgirên Sedir ji bo xwenîşandana piştevanîkirinê ji bo Filistînê
Amadekariyên alîgirên Sedir ji bo xwenîşandana piştevanîkirinê ji bo Filistînê

Li bajarê Bexdayê alîgirên Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir, amadekariyan ji bo xwenîşandanekê dikin ku biryar e sibe roja Înê bi merema piştevanêkirinê ji bo dewleta Filistînê bê kirin.

Îro roja Pêncşemê, 12ê Cotmeha 2023ê, Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir, peyamek li ser wê xwenîşandanê arasteyî hêzên ewlehiyê yên Bexdayê kir ku biryar e sibe ji bo piştevanîkirina Filistînê bê kirin.

Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir, di postekî de li tora civakî ya “X”ê ragehand, “Vexwendineke taybet ji bo hêzên me yên ewlehiyê, taybet supa û polîsan, ji bo ku pişkdariyê di xwenîşandanê de bikn”.

Rêberê Tevgera Sedir amaje bi wê yekê jî kir, vexwendinek ji bo şêxan, mamostayên zanîngehan û xwendekaran, ji bo ku pişkdariyê di wê xwenîşandanê de bikin.

Navbirî behsa wê yekê jî kir ku pirsa Filistînê bi hemiyan ve girêdayî ye.

Amadekariyên alîgirên Sedir jî li Bexdayê ji bo xwenîşandana milyonî bo sibe roja Înê piştî wî postê Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir, tê ku bi merema xwenîşandanê li tora civakî ya “X”ê belav kiribû.

Li roja Şemiyê, 7ê Cotmeha 2023ê, balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Kertê Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan arasteyî deverên li jêr desthilata Israîlê û deverên Cihû lê dimînin kirin û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan birî.

Li gor amarên medyayên Israîlê, heta seet 19ê roja Pêncşemê, nêzî hezar û 300 Israîliyan ji serbaz û welatiyên sivîl hatine kuştin û nêzî du hezar û 700 kesên din jî birîndar bûne. Li beranberî wê jî, li dû amarên saxlemiyê yên Xezzeyê, di encama bordumanên Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê de, hezar û 417 welatiyên Filistînî hatine kuştin û zêdetirî şeş hezar kesên din jî birîndar bûne.

Piştî destpêkirina şerê di navbera Bizava Hemasê ya Filistînê û Israîlê de, welatên cîhanê li ser du berokan parve bûne, berokek piştevaniya Israîlê dike û ya din jî piştevaniya Bizava Hemasê ya Filistînê dike.