Koçka Spî: Êrîşên Tirkiyeyê bo ser bakurê rojhelata Sûriyeyê metirsiyên cidî ne

Koçka Spî
Koçka Spî

Waşintin (K24) – Koçka Spî ragehandineke tund li dijî êrîşên Tirkiyeyê bo ser bakurê rojhelatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) belav kir û amaje bi wê yekê da ku Serokê Amerîkayê êrîşên Tirkiyeyê wekî metirsî li ser berjewendiyên welatê xwe û xelkê sivîl ê deverê dibîne.

Li roja 12ê Cotmeha 2023ê, Koçka Spî di ragehandinekê de amaje da biryara 13894 ku li 14ê Cotmeha 2019ê taybet li ser êrîşên li ser siyaseta derve û ewlehiya niştîmanî ya Amerîkayê hatibû derxistin, û pareke wê ya taybet li ser rewşa Sûriyeyê û êrîşên Tirkiyeyê bo ser Rojavayê Kurdistanê dirêj kir.

Koçka Spî ragehandiye, êrîşên hikûmeta Tirkiyeyê bo ser bakurê rojhelata Sûriyeyê li ser bizavên rûbirûbûna DAIŞê gef in û jiyana xelkê sivîl dixin metirsiyê. Di eynî demê de Koçka Spî ew êrîş wekî gef li ser ewlehî, seqamgîrî û aştiya deverê dîtine.

Koçka Spî di wê ragehandinê de amaje bi wê yekê jî daye, “êrîşên Tirkiyeyê bo ser deverê li ser ewlehiya niştîmanî û siyaseta derve ya Amerîkayê gefên gelek mezin û cidî ne”.

Koçka Spî belav kiriye jî, Serokê Amerîkayê Joe Biden ji aliyê xwe ve her bi wê nerînê para 202(D) ya biryara 13894 ji bo dema salekê dirêj kir ku girêdayî rewşa Sûriyeyê ye, û piştî 14ê Cotmeha 2023ê dê bi rengekî aktîv bimîne.

Di eynî demê de ew ragehandina Koçka Spî diçe nav beyannameyên federalî û arasteyî Kongirêsê Amerîkayê jî tê kirin û çalakiyên supayê Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî de li dijî DAIŞê dê berdewam bin.

Tevî ku ev ji bo heyama çend salekan e operasiyonên serbazî yên Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê li dijî çekdarên PKKyê û YPGyê berdewam in, piştî peqîna destpêka vê mehê ya Enqereyê ku PKKyê berpirsyarîtiya wê bi stûyê xwe ve girt, Tirkiyeyê bombebaranên xwe li ser Rojavayê Kurdistanê girantir kirin.

Herwesa li roja Pêncşemê, 5ê Cotmeha 2023ê, du berpirsên Amerîkayî ku nexwest navên wan bên eşkerekirin ji bo Ajansa Reutersê ragehandibû, balafireke F16 ya Amerîkayî droneke Tirkiyeyê li nêzî hêzên Amerîkayê li bakurê Sûriyeyê xistibû xwarê.

Paştir Berdevkê Pentagonê Pat Ryder di konfiranseke rojnamevanî de ragehandibû, “me ji bo xweparastinê drona Tirkiyeyê xistiye xwarê, herwesa çi amajeyek nîne ku Tirkiyeyê niyeta êrîşê hebûbe”. Herwesa wî got jî, “drona Tirkiyeyê li ser hêzên me metirsî bû”. Wî herwesa nîgeraniya Amerîkayê jî li ser bordumanên Tirkiyeyê li Sûriyeyê jî ragehand.

Roja Înê, 6ê Cotmeha 2023ê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken peyamek li tora civakî ya “X”ê belav kir ku tê de hatibû, “ez bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê, Hakan Fîdan, re axiftim, me behsa çalakî û hemahengiyên navbera Amerîkayê û Tirkiyeyê ji bo armancên me yên hevpar kir ku ji nehêlana gefên terorsitan pêk tê”.