Dadgeha Federalî tekezê li ser bicîanîna xaleke lihevkirinê ya navbera Hewlêr û Bexdayê li ser Kerkûkê dike

Bajarê Kerkûkê - wêne: ERŞÎF
Bajarê Kerkûkê - wêne: ERŞÎF

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî derbazbûna nêzî salekê li ser pêkanîna Hikûmeta Îraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî, ku yek ji xalên karnameya pejirandî ya wê kabîneyê li Perlemana Îraqê radestkirina baregayên dagirkirî yên PDKyê li Kerkûkê û parêzgehên din bû. Di nûtirîn biryara Dadgeha Bilind a Federalî de jî tekez li ser wê hatiye kirin.

Yek ji xalên karnameya kabîneya Sûdanî, ku li 27ê Cotmeha 2023ê li Perlemana Îraqê hat pejirandin, tekezkirina çalakiyên siyasî yên tevaya partên Kurdistanî li parêzgehên Kerkûk, Neynawa, Selahedîn û Diyalayê bi rengekî azadane ye, û kar jî ji bo valakirina baregayên dagirkirî yên partên Kurdistanî li wan parêzgehan tê kirin. Ev jî dibe sedema rêxweşkirinê ji bo vegeriyana hejmareke zêde ya malbatên aware yên bajarê Kerkûkê û deverên din ku ji ber rûdanên 16ê Cotmehê deverên xwe berdane.

Herwesa li ser rêkxistina doza ewlehiyê ya Kerkûkê, karnameya kabîneya Sûdanî tekez li ser derkeftina supayî, polîsên federalî û Heşda Şebî ji bajarê Kerkûkê kiriye, zêdebarî pêkanîna çend fewcekên hawarhatinê ji polîsên navxweyî ji akinciyên resen ên wî bajarî ji bo berpirsyarîtiya doza ewlehiyê ya parêzgeha Kerkûkê û dabînkirina tevaya pêdivîtiyên serbazî û ewlehî.

Roja Pêncşemê, 12ê Cotmeha 2023ê, Dadgeha Bilind a Federalî biryara rawestandina radestkirina baregayê operasiyonên hevpar helweşand ku pêştir Serokwezîrê Îraqê biryar dabû ji bo PDKyê bê radestkirin.

Li gor nivîsareka Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê, biryara rawestandina radestkirina baregayê operasiyonên hevpar hatiye helweşandin. Wê nivîsarê amaje daye wê yekê ku, daxwaza perlemanterekî li ser helweşandina biryara Serokwezîrê Îraqê ji bo radestkirina baregayê operasiyonên hevpar hatiye redkirin û biryara rawestandina radestkirinê jî hatiye helweşandin.

Dadgeha Bilind a Federalî di biryara xwe de amaje daye wê yekê, ew daxwaz ji taybetmendiya kar û desthilatên wê nîne, lewma li ser wê bingehê sikalaya wî perlemantarî red kiriye û fermana xwe jî ya pêştir ji bo hilawîstina biryara Serokwezîrê Îraqê helweşand.

Ew sikala ji aliyê Serokê Eşîreta Ubêd, Wesfî Asî, ve ku li Bexdayê hatiye ser dinyayê û niha nûnerîtiya gelek Erebên başûrê Kerkûkê dike li Dadgeha Federalî hatiye tomarkirin.

Ev biryara Dadgeha Federalî piştî rojekê ji xwenîşandanên welatiyên Kurd li Kerkûkê tê ku bi teqeya hêzên Îraqî çar welatî bi navê “Hawkar Ebdula, Heval Sitar, Semed Mihemed û Husên Sabir” hatin şehîdkirin û 15 kesên din birîndar bûn û zêdetirî 40 ciwanên Kurd jî bi tometa pişkdarîkirina di xwenîşandanan de hatin girtin.

Piştî biryara Sûdanî jî ji bo radestkirina baregayên PDKyê li Kerkûkê, li roja 28ê Tebaxa 2023ê, komeka Erebên binecihkirî û şovînî yên Kerkûkê li beranberî baregayê Civata Serkirdetiya PDKyê ku niha ji aliyê Fermandeya Operasiyonên Hevpar ên Kerkûkê ve dagir kiriye ji bo heyama şeş rojan çadirên xwe vedan û rêya sereke ya Hewlêr-Kerkûkê daxist.