Muqteda Sedir haydariyê dide Israîlê û daxwaza gehandina avê ji bo Xezzeyê dike

Xwenîşandana Alîgirên Sedir li Bexdayê - wêne: AFP
Xwenîşandana Alîgirên Sedir li Bexdayê - wêne: AFP

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro roja Înê, 13ê Cotmeha 2023ê, li meydana Tehrîrê ya Bexdayê, xwenîşandaneke milyonî ji aliyê alîgirên Serokê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir, ve hat kirin.

Di nav wê xwenîşandanê de, Muqteda Sedir bi rêya nûnerekê xwe peyamek arasteyî Israîlê kir û haydarî da wê heker ber bi deverên din ên Rojhelata Navîn ve bê. Herwesa wî daxwaza gehandina arîkariyan û ava vexwarinê jî ji bo Kertê Xezzeyê kir.

Di nav xwenîşandana milyonî ya alîgirên Sedir de, Şêx Muhened Musewî gotara Înê xwend ku peyama Muqteda Sedir li ser rewşa Kertê Xezzeyê û şerê navbera Hemasê û Israîlê jî di wê peyamê de bû.

Sedir di peyama xwe de amaje da, “Quds ji bo me tenê dirûşm nîne. Quds a me ye û Israîl jî qewareyeke dagirker a ax û pîroziyên me ye. Israîl bi hemî manayan qewareyeke teroristî ye û ya ku ew niha li Xezzeyê li dijî xelkê deverê dike terror e”.

Di peyama Muqteda Sedir de hatiye, hemî gelên Îslamî amade ne qurbaniyê ji bo Filistînê bidin û xwenîşandana milyonî ya îro ya Îraqê jî pareke piştevanîkirinê ji mafên Filistînê ye.

Di pareke din a peyama xwe de, Sedir daxwaza yekhelwesiyê û daxistina balyozxaneyên Israîlê li hemî welatên Îslamî kir û daxwaza gehandina bilez ya arîkariyên mirovî ji bo Kertê Xezzeyê kir, taybet dabînkirina ava vexwarinê ji bo akinciyên Xezzeyê.

Di eynî demê de wî daxwaz ji alîgirên xwe kir ku dest bi komkkrina arîkariyan ji bo Xezzeyê bikin û ragehand, “niha hûn pabend in ji bo amadekirina karwanê arîkariyan ji bo Xezzeyê”. Wî herwesa amaje da ku bi rêya Sûriyeyê an Misirê arîkariyan bigehînin Filistînê.

Herwesa Muqteda Sedir di peyama xwe de haydarî da Israîlê heker hizir di êrîşkirinê bo ser welatên din bike û ragehand, “hatina Israîlê bo welatên din ên Rojhelata Navîn dê bibe sedema tiştekê wesa ku ew hizir nake”.

Îro roja Înê, 13ê Cotmeha 2023ê, alîgirên Tevgera Sedir ji bo piştevanîkirina Filistînê û şermezarkirina êrîşên Israîlê bo ser Kertê Xezzeê li meyda Tehrîrê ya Bexdayê xwenîşandaneke milyonî kir.

Roja Şemiyê, 7ê Cotmeha 2023ê, balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Kertê Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan arasteyî deverên li jêr desthilata Israîlê û deverên Cihû lê dimînin kirin û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan birî.

Li gor amarên medyayên Israîlê, heta şevê dî seet 10:30 ê, nêzî hezar û 300 Israîliyan ji serbaz û welatiyên sivîl hatine kuştin û nêzî du hezar û 700 kesên din jî birîndar bûne. Li beranberî wê jî, li dû amarên saxlemiyê yên Xezzeyê, di encama bombebarankirina Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê de, hezar û 537 welatiyên Filistînî hatine kuştin û zêdetirî şeş hezar kesên din jî birîndar bûne.

Amarên Neteweyên Yekgirtî jî dibêjin ku 423 hezar kes li Kertê Xezzeyê bê hal û mal bûne û ji bo xweparastinê ji bombebaranên supayê Israîlê xwe di penagehan de heşar daye. Herwesa zêdetirî 150 Israîliyan û welatiyên welatên din ji aliyê çekdarên Hemasê ve hatine girtin.