Li Şirnexê çûnûhatin û li Mêrdînê jî çalakî hatin qedexekirin

Qedexe
Qedexe

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Şirnexê di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de, heta 15 rojan ji çûnûhatinê re hate qedexekirin. Li Mêrdînê jî her cure çalakî û xwenîşandan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Şirnexê ragihand, dorûbera Çiyayê Cûdî, Çiyayê Gabar, Besta û Feraşînê heta 15 rojan wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatine ragihandin.

Parêzgariya diyar kir jî, ji bo parastina mal û canê welatiyan, çûnûhatin li wan navçeyan hatiye qedexekirin.

Ji aliyekî din ve Parêzgeha Mêrdînê jî bi daxuyaniyekê eşkere kir, her cure çalakiyên wek xwenîşandan, meş, civînên girseyî û civînên rojnamevanî heta heft rojan hatine qedexekirin.

Berî niha jî parêzgehên Dêrsim, Çêwlik û Diyarbekirê her cure çalakî û xwenîşandanan qedexe kiribûn.

Ev biryar di demekê de tên girtin, Partiya Demokratîk a Gelan û Partiya Çep a Kesk ev çend roj in li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê li dijî operasyonên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê xwenîşandanan dikin.