SOHR: Ji ber topbarana Tirkiyeyê 12 gundên li parêzgeha Hesekê vala bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber topbaran û bombebarana ji aliyê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ve, 12 gundên Til Temirê li parêzgeha Hesekê vala bûne.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, ji ber topbaran û bombebarana ji aliyê Tirkiye û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, 12 gundên li ser xetên pêwendiyê li gundewarê Til Temirê li bakurê rojavayê Hesekê bi temamî vala bûne.

Da zanîn jî, ji ber berdewamiya topbaran û şerê di navbera wan hêzên ser bi Tirkiyeyê ve û şervanên HSDê de, gundiyên nêzîkî 60 gundên din ên li ser xetên pêwendiyê li gundewarên Ebû Rasên û Til Temirê jî di nava tirs û xofê de dijîn.

Amaje bi wê da, bi sedan malbatên derbider bê mal mane, hinek ji wan li derve radizên û piştî ku topbaran radiweste vedigerin malên xwe, ji ber ku ti penageheke din a aram ji wan re tune ye, hinek ji wan jî berê xwe didin dibistan û kampên li herêmên dûrî bombebaranê.

Ji bilî pirsa koçberî û derbideriyê, encamine din ên neyînî derdikevin, ku bi hezaran xwendekaran ji xwendinê bêpar dimînin, herwiha rêjeya bêwarî û bêkariyê jî zêde dibe.

Artêşa Tirkiyeyê ji piştî teqîna li Enqereyê, ji roja 5ê Cotmehê ve navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê, saziyên xizmetkariyê, westgehên elektirîk û enerjiyê, navendên HSD û asayişê bombebaran dike, di encamê de jî ji bilî ziyanên canî, gelek ziyanên madî derketine.