9emîn Festîvala Hevguhertina Çandî li Ranyayê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Saziya Rayel a Hevguhertina Kultur û Geşepêdana Mirovî nehemîn festîvala xwe li bajarê Ranyayê lidar dixe ku tê de hejmarek ji komên hunerî yên Kurdî û biyanî beşdar dibin.

Nehemîn Festîvala Ranyayê duhî 13ê Cotmehê dest pê kir û ji bo heyama du rojan birêve diçe. hejmarek girûpên hunerî yên neteweyî yên Kurdistanê û welatên din di çalakiyên festîvalê de beşdar dibin.

Berpirsê Koma Hunerî ya Niştimanî ya Hewlêrê Hewkat Dilşad ji K24ê re ragihand, ew bi du tabloyan beşdarî festîvalê bûne, ya yekem tabloya “drûne” ku şakarê hemû hunerên netewî ye Kurdistanê ye.

Hewkat Dilşad bi pêwîstî zanî ku giringî bi festîvalên wiha bê dayîn û berdewam bin û got: Babetên neteweyî girîng in, ji ber ku çand zimanê hevpar ê neteweyan e û nasnameya wan a resen nîşan dide.

Bal kişand ser girîngiya hunerên netewî û got, danasîna hunerên netewî yên Kurdî ji bo nasandina nasnameya netewî ya Kurd bi neteweyên din gelekî girîng e.

Herwiha got, dema Çînê konsulxaneya xwe li Herêma Kurdistanê vekir, merasîma vekirinê bo danasîna hunerên xwe yên neteweyî bû.

Komên hunerî yên neteweyî yên ji Iraq, Tirkiye, Gana, Îran, Gurcistan, Yewnanîstan û gelek welatên din beşdarî festîvalê bûne û dê du rojan li Şanoya Romanîl a Ranya derkevin ser dikê.