Bi serperiştiya Mesrûr Barzan konferansa rûbirûbûna madeyên hişbir tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro yekşemê li Hewlêrê konferansek derbarê rûbirûbûna madeyên hişbir tê lidarxistin.

Di konferansê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî û hejmarek ji beşdaran gotaran pêşkêş dikin. Piştre jî çend panel birêve diçin.

Di panela yekem a bi sernavê “Di Rûbirûbûna Madeyên Hişbirê de, Rola Aliyên Pêwendîdar” dê hejmarek wezîr û berpirsên pêwendîdar tê de beşdar bibin.

Panela duyem jî bi sernavê “Rola Aliyên Navdewletî di Alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo Rûbirûbûna Madeyên Hişber û Bandorên Derûnî” dibe. Tê de nûnerên saziyên navdewletî û mafên mirovan diaxivin.

Di konferansê de hin rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal, nûneratiyên dîplomatîk ên li Herêma Kurdistanê û saziyên Neteweyên Yekgirtî û saziyên navdewletî jî beşdar dibin.

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Dîndar Zêbarî ragihand: “Ev Konferans, pêngavek e ji bo rûbirûbûna madeyên hişber, hişyarkirina civakê û alîkarîkirina bi qurbaniyan re ye, ku niha hejmara bikarhênerên madeyên hişbir zêde bûye.”